1903. 22.10.1984
keyo Cegerxwîn
01/01/1936
Kîme ez?
Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û ketat
Tev bajar û gund
Tev zmar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?
Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilînd
Ketm destê min ta sînorê
Hind Kîme ez?
Kîme ez?
Kurdê serf iraz
Dijminê dijmin
Dostê haştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmm naçî der
Bav û kalê mm
Dijîn tev serbest
Naxwazim. bijîm
Te ebed bindest
Kîme ez?
Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
Şahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bîxum ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan
Kîme ez?
Ez im ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîşah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji dimyat
Bipirs ji Hetîn
Kîme ez?
Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan
Kîme ez?
Ez im gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Yro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan bê nav û nekes
Kîme ez?
Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Yro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa mîdîya
Kîme ez?
Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kîme ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kîme ez? .
Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok - û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin
Kîme ez?
Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan
Kîme ez?
Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xve hildim
Çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek Dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazım bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxvvazin
Divên wekhevî
Em paşve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kîme ez?
XABÛRÊ
Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr
Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr
Kêferata te, xum xum, û lew, lew
Nayên bîra te ne razan, ne xew
Herdem dinalî, bi qirîn, gazî
Lê kes nizanî, ka çi dixwazî?
Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn
Cihê te tenge, divê firehbûn
Pêlan didî xwe, qîr û firyadî
Tu jî wekî min divê azadî
Sînga vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çira tu naçî berjor?
Ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn
Dikevî sînga Derya bê evîn
Xwezka min bi te, bê derd û bê kul
Dijî bi şadî, bê mejî û dil
Tu jî weke min, ger bibûna kurd
Ev xurtiya te dibû kul û derd.
Cegerxwîn
1903 - 22 / 10 / 1984
Welat
li ba Cegerxwîn
Kaniya hozanvaniyê evîn e. Evîn û hezkirina mirovan jîn û jiyên
wan xweş dike an pîs dike. Gava em li dîroka hozanvaniya cîhanî binêrin, emê gellek hozanvanan bibînin, ku hezkirin û
evînê ewan namdar kirine. Lê mezintirîn evîn û hezkirina Cegerxwîn bo welêt bû. Welatê wî di jîna wî de û jîna gellek hunermend
û nivîsevanêt kurd de têlên tenbûrê, malika hozanê, ronahiya rojê, mûma şevê û yara dil bû.
Cegerxwîn ji welatê xwe re pir nalîn û axîn rêz kirin û di teviya
jîna xwe de bo welêt dengê xwe bilind kir û bi evîna Kurdistanê namdar bû.
Di vê gotarê de, em di nav bax û gulistana Cegerxwîn re digerin
û bihna kulîlkên evîna wî dikin.
Welatê me li ba Cegerxwîn çi welate ?
" Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
Welatê kurdan hemî çîmene
Egîd û şêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne... "
- Helbestên bijarte, rûpel 94 -
Di gelek ciyan de, li ba Cegerxwîn, ev dêmenê welat ê xweş
û baş tê ber çavan:
" Zengîn e welatê me,
hemî kanî û zêr in
Em tev wekî şêr in
Rengîn e hemî deşt û çiya
Av û giya ne, tev bax û bihişt in "
- Helbestên bijarte, r. 9 -
Ev xweşî û rindiya welêt, ji zû de, li ber çavên Cegerxwîn
e, di dîwana yekemîn de, jî van rewşên delal li ser welatê xwe gotine:
“Kurdistan pir xweş û geş, ez jê re tim dinalim
Ew asîtanê kurde, şîrîn e deşt û zinar
Zinar û bax û bostan, zeytûn û sêv û hirmê
Hincas û xox û mişmiş, bihok û giwîz û hinar..”
- Dîwana yekan, r. 10 -
Hebûna xêr û bêrên welêt, her di dilê Cegerxwîn de cî girtine û
bala wî kişandine ser xwe:
“Kurdistan tev kûp û bel û deşt û kel û şax in
Dexl û av û dar û ber û gund û rez û bax in..”
- Dîwana yekan, r. 24 -
Kurdistan li ba Cegerxwîn, xwe bi xwe wilo nîşan dide:
“Gula baxê bihişta rojhilat im
Di tarîka şevê rojim, hilat im
Ji nav sînga demê pijqîm îro
Di tarîxê fireh hat im, Ferat im..”
- Kîme ez, r. 109 -
Kurdistan bi xemla xwe ya rengîn, bi co û cobarên xwe, bi çem û
rîbarên xwe ve, nola keçeka bejin bilind xweyadibe:
“Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te ezman e
Kitanek reng sipî daye
Serê zozan û Sîpan e
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweş
Li jêrê te dibênim ez
Bihişt û bax û bistan e
Kirasek etlesîn kesk e
Bi rengê roje nexşîn e
Li bejna te dibênim xweş
Bi surme şal û mîtan e..”
- Ronak, r. 54 -
Bax û bistanêd Kurdistanê hesret û xema xistine dilê hozanvanî,
ku di xwe de dinale, îro bi dest dijmin de mane:
“Bax û bistan im ka ? Ax gulistan im ka ?
Dijmin tev girtin ax ! Ax Kurdistan im ka ?..”
- Dîwana yekan, r. 39 -
Ew ne tenê şîrîn û rindik e, ew bo me dayîk e:
“Em anîn cîhan wê Em kirin însan wê
Lê me zû ew berda Ax Kurdistan im ka ?..”
- Dîwana yekan, r. 39 -
Li ciyekî de Cegerxwîn li ser welatê xwe nazik-nazik dibêje:
“Kurdistanê, Kurdistan !
Bexçê gula, derdê dila !..”
- Kîme ez, r. 38 -
Welat li ba Cegerxwîn, ne tenê şînayî, av û kaniyên sarin,
an jî dexl û bistanin. Welatê me tev zêre û dijmin ji dest me revandiye:
“Çol û deşt û lat û şaxên te hemî miştin ji
zêr
Dijminan ew tev revandin, mane em bê xêr û bêr”
- Dîwana yekan, r. 69 -
“Welat xweş e, tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin, jor û jêr
Ta kengê kola bin, bese !”
- Kîme ez, r.19 -
Raste ev welata kaniya zêr û petrolê ye, lê xwediyên va welatî
her birçîne, dijmin têde têrin:
“Welatê min bihişte, kaniya zêr
Belê şêr têde birçîne, gurin têr”
- Kîme ez, r. 45 -
Welat li ba Cegerxwîn, di gelek rist û hozanan de keçeka çeleng
û lewend e, ên mîna Cegerxwîn jî bûne evîndar û dilxwazên wê, hezkirina hozanvanên kurd ji welêt re, ewan tev gihandine rewşeka
evîndariya bê nîşe. Ev rewş li ba Cegerxwîn zor diyare:
“Welat yareke pir xweş û dîdar
Li ser dinalin hezar evîndar
Li rast û çep kutî, birîndar
Malwêrane ê dosta wî bedew”
- Kîme ez, r. 31 -
“Keçek min dî ciwan û xame ber bext,
Li wê çûne gelek çax û dem û wext
Me jê pirsî ji ku ye, ey keça rind ?
Kenî û go ji Loran ta biçî Bexd
Me go ey keç tu Kurdistanî ? ez kurd
Kenî û go: ne kurdî, ka ber û rext
Serê xwe min tewande ber nigê wê
Binêr gorî dilê min bû hemî sext”
- Dîwana yekan, r. 60 -
Ev rewş û dêmenê welêt, li ba Cegerxwîn di teviya karê wî
yê hozanvanî de diyardibe, welat keçeka ciwan e, xweşik e, desgirtiya wî ye, li hêviya mêr û şêrên cengê ye, ew
revandine, birîndar e, xembar e û qêrîn û hawara xort û lawanên kurd dike, ku wê ji bin zordariyê derxînin:
“Xemlandî me seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û leşker, îro we ez berda me
Kurdisatna delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min ceng û bazî
Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî”
- Helbestên bijarte, r. 58 -
Welat bi xweşî û rindiya xwe, zordariyê li dilê hozanvanê
me dike:
“Çi reng şîrîn e yara min
Şepal û nazik û şox e
Ferat û Dicle û Xabûr
Bi ser bejnê de berdan e
Ji xwîna min tu lêv sorî
Ji bîna min gula corî
Tenê min bazinê zendên
Te zencîrin di linga ne
Evîna te kirim seyda
Birîndar û perîşan im”
- Ronak, r. 54 -
Ev sîtemkariya welat di hinde ristên din de jî, tê ber çavan:
“Pêtiya arê evîna te ye dil kirye pereng
Me çiqas xwest, ku veşêrim lê bi zor dayîye deng
Wek te mêrkuj me nedî kes we bi xwînrêjî bijî
Ku evîndarê xwe carek dikujî wer bê xedeng
Me go qey dost û hevalî, bi te re bûne heval
Ji me dil bir te bi tayê serê zulfa xwe ye şeng
Me nedî çend geryam, ez ne di Şam û ne di Îraq
Kes di rengê te şepalê nazik û şox û çeleng
Te ji Salarê çeleng girtiye ev zor û sitem
Herdu ebrû te şikandin li me bûn şêr û pileng”
- Helbestên bijarte, r. 88 -
“Lê ne tenê ew aşiqê welat e, belê gelek hozanvanên
din jî di wê rê de çûne:
“Ji bona her kesek yarek heye, ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e
Çiqas pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e
Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuşt in
Tilisma ser devê genca, di sînga min de: reşmare”
- Helbestên bijarte, r. 73 -
Qelenê welatê Cegerxwîn ne zêr û zîvin, ne cewher û elmasin, tenê
xwîna lawan û merdane:
“Qelen xwîna min e çibkim ?
Divê ku ez bidim carek
Meger can û ciger deynim
Di vê rê de, çi erzan e !”
- Ronak, r. 55 -
“Welat xweş bûke
Xwîna me qelene”
- Ronak, r. 69 -
Lê Kurdistan ne tenê şêrînî, ciwanî û evînî ye. Li Kurdistanê
kuştin û talaniye, darvekirin û sotin e, wêrankirin û girî ye:
“Ey dil li qiraxê çemê Amed rûne sergerdan
Rind çavên xwe veke, temaşake welatê kurdan
Li bajarê Amed çikandine çend sêpî
Bi wan ve daleqandine cindiyê zazan
Li alîkî tac û telesan bê xwedî ne
Li alîkî kolosên kevej ketne bin lingan
Ji berîka xwe desmalekê derxe û çavên xwe
Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran”
- Dîwana yekan, r. 33 -
“Sêpî li Kurdistanê çiqandine herdem
Bi wan ve daliqandine torinên kurdan”
- Dîwana yekan, r. 45 -
Wan bax û bistanên welatê me yê, ku Cegerxwîn ji evîna wan dinale,
hatine sotin û pelixandin:
“Agir bi Kurdistanê ket, lewra dikit haware dil
Sed bax û sed bistanî ket manendî bilbil jare dil”
- Dîwana yekan, r. 20 -
Di welatê Cegerxwîn de, kuştin û talane, perîşanî û bindestiye:
“Alîkî welatê te maye perîşan û bindest
Li aliyê dinê, talan û kuştin û tim qîrîn
Pîr û kal û keç û xort û şîrmij û zarok kuştin
Porgijgijî sergeverin, tu li wan dinêrî wek dîn
Zarokên xwe, ji ber sînga xwe davêjin, ji tirsa
Bazdidin û li wan vedigerin, dil bi kul digrîn
Li jor balafir û li jêr otmatîk û mîtralyoz
dikin qêrîn û dibêjin, haydê lêxin kurd revîn”
- Dîwan a yekan, r. 96 -
Ji berê zû de, ev welata di rew_eka wilo de mayî, rût û zuha bûye,
dijmin par kiriye, dubendî xistiye nav gelê wî de û xwîna wan mêtiye:
“Welat hezar sal in beyar
Di nav de wer bê tînim ez
Hemî pûş û pelax e lê
Pir baş e ku hê şînim ez
Dijmin du sê xet lê kişand
Jehra dubendî lê reşand
Xwîna dilê min mijand
Ev çende pê şêrînim ez”
- Kîme ez, r. 54 -
Ev zordariya dijmin, bi hawar û qêrînê naye rakirin, tenê xwînrêtin
ji me re welat vedigerîne:
“Welat ket e dest neyar
Nayê dest me bi hawar
Divê xwîn bê rijandin
Milet pê bê pijandin”
- Ronak, r. 117 -
Gelê kurd her di ber welatê xwe de xwîn daye û çi caran ji vê rê
venagere:
“Xakî Kurdistan ! bi qurban, pir ciwan û paqijî
Xwîn rijandin pir kurên te, wa li her alî rijî
Milletê kurd ta ku sax e, ew ji vê rê nagerî
Aferî, aferî ! Qadî Mihemed, aferî”
- Helbestên bijarte, r. 67 -
Lê çiqas welat di bin destên dijmin de bimîne, dîsa jî nabe ê wî,
ew welatê me ye:
“Welat li ser navê me ye
Navê kal û bavê me ye”
- Ronak, r. 72 -
Ew welatê, ku ciwan û xweşik û çeleng bû, niha bûye pîreka
porsipî, pûş û pelax e, belengaz e:
“Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr
Serê min bû sipî, pûş û pelax e
Li jêrê min çu nîne xeyrî ax e
Ji çavên min diçin sed av û sed co
Ji min êdî dikin gazinde zaro
Xerab bûne ji min sed xan û qonax
Nemaye bo perîşanan du sê max”
- Helbestên bijarte, r. 6 -
Bo çi welat ketiye va rewşa tehl û tirs, Cegerxwîn dibîne,
ku ne tenê dijmin har û hov e, zordar û talanker e, lê bi wî re di herdeman de aliyek ji me hevalbend û dost neyar bûne, em
û welat sipartine dijmin:
“Mirov tev du qatin û qatek li jor
Hemî tişt ji wan re diriste bi zor
Ji dijmin re bindest û kola û seg
Li ser me dibin şêx û paşa û beg
Welat perçe, perçe kirin wek reza
Em û xwe bi hevre sipartin diza”
- Zend-Avista, r. 159 -
Dezga û karxanên çêkirinê di welatê me de nînin, loma em û welatê
xwe wilo perçe, perçe man e, li şûn mane û emê hertim di bin destên neyaran de bimînin, eger em xebata çêkirinê pêşve
nedin:
“Welatê ku dezga bi pêş de nebî
Ewê tim di destê neyaran de bî”
- Zend-avista, r. 98 -
Divê em kar û xebatê bikin, xwe fêrbikin çêkirinê û ji hesin û
avahiya acetan hezbikin:
“Ji bo ku welatê xwe pê bidne pêş
Nemînin di nav de, ne zor û ne êş
Ji hasin re milxwar û piştxûz bibin
Bi çakûç û mêkut, bi serkûz bibin”
- Zend-Avista, r. 100 -
Cegerxwîn ji welat dipirse:
“Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar
Hakimê xakê te bin, ê wek Seîd û wek Beyar
Kurdê bextreş serşikestî, wer bimênî çarkenar
Kuştin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar
Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin şiyar”
- Helbestên bijarte, r. 40 -
“Welat ta kengî wilo perçe bî ?
Em tev di nav de, jar û şikestî”
- Ronak, r. 69 -
Baweriya Cegerxwîn bi serbestî û azadiya welêt mezin e, û ew dizane,ku
wê ji bin destên dijmin derkeve:
“Welat xeyrî te min navê, meger dinya ku kewser bî
Bi xurtî dê tu serbest bî, ji min êdî tu bawer bî”
- Helbestên bijarte, r. 72 -
Li ciyekî dî jî dibêje, ku:
“Welatê me Kurdistan, wer namînî kolestan”
û ji ber ku bilindî, pakî û rindiya mirovî bi welêt ve girêdayî
ye :
“Welat çiqas bilind bibî
Ew qas e jî bilind dibim
Her çend pak û rind bibî
Ew çende pak û rind dibim”
- Kîme ez, r. 17 -
JI ber vê yekê Cegerxwîn bang li xort û lawên Kurdistanê dike,
ku bila ewan şerm û fedî bikin û xwedî li welatê xwe derkevin:
“Welatê te zîndan e, pir teng û kûr
Di nav de dinalin, hemî kûre-kûr”
- Zend-avista, r. 134 -
“Ziman û welat û millet perçe bûn
Ji dijmin re hiştin me mal û hebûn”
- Zend-Avista, r. 111 -
“Ne şerm e welatê te wer perçe bî ?
Kirasê hejarî li bejna te bî ?”
- Zend-Avista, r. 111 -
“Were em bi hevre bibin wek bira
Welatê xwe derxin ji destê gura”
- Zend-Avista, r. 113 -
Divê xurt û lawên kurd bixwênin û hişyar bibin, ku kanibin,
rohniyê têxin welatê xwe:
“Çi tiştên ku başin, bixwîne timî
Welatê me ronî dikin ew hemî”
- Zend-Avista, r. 159 -
Cegerxwîn dibîne, ku eger doz û daxwaza welatê me wekhevî , hevparî
û hevjîn be, wê evîna me yê dîsa şîn bibe, û wê çira di tariya jîna me de vêkeve:
“Ku rista welatê me bû wekhevî
Hemî kes xwedî mal û zêr û zevî”
- Zend-Avista, r. 106 -
Lê ew, mîna mirovekî xwedî baweriyek çînî bû, dibîne ku parçebûna
Kurdan ji dest çînên jorîn e:
“Ku qata bilind çû, dibin tev bira
Evîna welatê me xweş bit çira”
- Zend-Avista, r. 107 -
Bêguman rêya serxwebûn û azadiya welêt, li ba Cegerxwîn jî ne tenê
xwendin û rakirina qata jorîn e, ew jî weke hozanvanekî azadiyê banga şorişê dike, dizane ku rizgariya welatê wî
tenê bi şorişê tê. Lew re emê careke din li hozanên Cegerxwîn vegerin û li ser ramana şoriş li ba rawestin.
...............
SERXWEBÛNA MIRÎŞKAN
Li welatê me xerza,
Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nava dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan,
Bes xwe bidin enîşkan.
Dîk û mirîşk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.
Leşker tev bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan,
Hatî leşkerkî giran.
Tevde firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;
Ey padîşahê teyran,
Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;
Ev leşkerê bê jimar,
Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan;
Ba kin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz,
Wî çû bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazî,
Şah te îro dixwazî.
Baz çû cem şah li banî,
Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke şêr,
Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêşî,
Hate cem dîkê pêşî,
Destê wî girt û hejand,
Nûtq'ek jêre dirijand.
Olan sen nerelîsen?
Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îş war?
Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî eşeda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kîye serleşker?
Go tu nizanî ey ker,
Ezim paşa ezim mîr,
Ezim şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ewjî wekî wî.
Tevan go paşa û mîr,
Kesî nego ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî,
Heta giha ê paşî.
Bazî rabû çû banî,
Liber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom,
Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bûm hêdî rabû serxwe,
Taca xwe da serêxwe.
Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên duv birek,
Ba kirin kund û qirek.
Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêrin,
Dîka xwe da enîşka,
Bû qid qida mirîşka.
Go fermana we rabû,
Koma we jihev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe jiber xwe berdan.
Elok û tûtik û qaz,
Têde bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rêş,
Çîrokame jîwere xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemî bûne dilbirîn.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Rewşa Kurdistan
Li rewşa xwe meyza bikin, xwendewar
Ne qade, ne ave, ne zere, ne war
Ne rumet ji bo me heye, ey heval
Bi dili me derbaskirin mah û sal
Di bin dar û qamci, bi zindan û peş
Ku rewşa me gavek xweşik nare peş
Nexwndi, nezan û reben, sade dil
Di bi dar û zore dijîn dil bi kul
Mebeje ko candek hene dewlemend
Xwedî mal û zerin li bajar û gund
Ji ber ku ne kurdin, dizê mala kurd
Li kalik bipesrse dibeni zigurd
Mirovê nexwendî ci zani biki
Tene ew dizani gir û hevreki
Ziman û welat û milet perce bun
Ji dijminre hiştin me mal û hebun
Çiqas xew girani, çıqas radizi?
Heta ko dizan mal û dewlet dizi
Ne serme welate te wer perce bi
Kirase hejari li bejna te bi
Di bi deste dijmin weza û reben
Bi tirs û bi sawir li ber dar û ben
Weha tene kuştin bi deste nayar
Kere dijmin û rencbere sex û beq
Siyarbun û karbun ji bo te gerek
...
WERE EM BI HEVRE BIBIN WEK BIRA
WELATE XWE DERXIN JI DESTA GURA
LI SER VE SITERE BIBIN DT
HINERMEND Û ZANA Û JIR Û SIYAR
Cegerxwin
Prepared by Sores
PÎRA TORÊ
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Mela banga sibê didî
Mela banga sibê didî
Dibê: ji xew rabin bese
Ev bû hezar sal kolene
Ta key di xewde bin, bese:
Li ser we tim zor û setem
Pingav û gol û ça û çem
Bahoz û serme û seqem
Ma win şiyar nabin, bese:
Malê me her bixwî neyar
Tim bêne me qamçî û dar
Bindest û birçî û hejar
Parsek jî wa nabin, bese:
Bindestê dijmin pir nexwe?
Li ser çiyan em bûn kele?
Qirdê me kor, bextê me re?
Ma hê jî ranabin, bese:
Welat xweşe tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin tim li jêr
Ta kengî kolebin, bese:
Hetta nebin xwenda û jîr
Bê rêber û bê destegîr
Bê dewlet û rist û wezîr
Bindestê tirka bin, bese:
Dijmin Relek zana û xurt
Xwînxwar û devlok, har û sirt
Ta key bi xap û fort û zirt
Li ser me axa bin, bese:
Tev yên mene ev bax û dar
Deşt û çiya, lat û zinar
Em derketîne, bendewar
Lê ew di baxa bin, bese :
Ev xan û eywan û sera
Dijmin bixun mal û pera
Xweş têde rûnin, lê çira
Em tim li çola bin, bese:
Em tim ji derve dûrîdest
Birçî û tazî, jar û mest
Tim têne kuştin dest bi dest
Bin boks û dara bin, bese:
Dijmin ketin xanên bilind
Girtin ji ber me şar û gund
Lê em bikûrin rengê kund
Yan rengê zaxa bin, bese:
Daxwaz çiye ji serxebûn
Da em bixun mal û hebûn
Pê xweş bikin derdê derûn
Lê xurt û zana bin, bese:
Li ser çiyan nal û girîn
Guhdêre qîr û deng û şîn
Dîsa ciger tev bûye xwîn
Bin berf û serma bin, bese:
EY FELEK
Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê dimin ?
Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê dimin ?
Çîçek û nêrgiz herishtin
Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê dimin ?
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman
Nalêya zaxê dimin
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xwesh bin di dilde
Ev key û daxê dimin ?
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xwesh li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê dimin
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê dimin
Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor
Erdelan û shehrezûr
Û shax û kurd - daxê dimin
Kurdê gernas ku shikandin
Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran
Bûne Altaxê dimin !?
Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin
Bûne ocaxê dimin !?
Ma gelo kevneperestim ?
Na, ne raste ezbenî !
Lê dixwazim zû shiyarbin
Dost û hevçaxê dimin
Ez ciger-xwînim li ser vê
Pashdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê dimin...
Cegerxwîn
Rewşa Kurdistan
Li rewşa xwe meyza bikin, xwendewar
Ne qade, ne ave, ne zere, ne war
Ne rumet ji bo me heye, ey heval
Bi dili me derbaskirin mah û sal
Di bin dar û qamci, bi zindan û peş
Ku rewşa me gavek xweşik nare peş
Nexwndi, nezan û reben, sade dil
Di bi dar û zore dijîn dil bi kul
Mebeje ko candek hene dewlemend
Xwedî mal û zerin li bajar û gund
Ji ber ku ne kurdin, dizê mala kurd
Li kalik bipesrse dibeni zigurd
Mirovê nexwendî ci zani biki
Tene ew dizani gir û hevreki
Ziman û welat û milet perce bun
Ji dijminre hiştin me mal û hebun
Çiqas xew girani, çıqas radizi?
Heta ko dizan mal û dewlet dizi
Ne serme welate te wer perce bi
Kirase hejari li bejna te bi
Di bi deste dijmin weza û reben
Bi tirs û bi sawir li ber dar û ben
Weha tene kuştin bi deste nayar
Kere dijmin û rencbere sex û beq
Siyarbun û karbun ji bo te gerek
...
WERE EM BI HEVRE BIBIN WEK BIRA
WELATE XWE DERXIN JI DESTA GURA
LI SER VE SITERE BIBIN DT
HINERMEND Û ZANA Û JIR Û SIYAR
Cegerxwin
Prepared by Sores
KEÇA KURD
Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî
Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra
be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî
Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî
Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî
zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
LI ROJHILAT
Shev resh û tarî, bahoz û bandev
Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran
Berfê bibarî, yan gulebaran ?
Em reshhewravin kevneperestî
Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar
Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veshartin û rev
Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan
Shemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm
Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî
Pashve dishkênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist
Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî
Belkî ez shashim, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me
Eger bitirsin ji bo me sherme
Badîhewane ev tav û bahoz
Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, shiyarbûn cotar û karker
Dijmin têshênin bê ceng û bê sher
Çiqas bimênî ev cihan bê deng
Bê sher, bê kushtin, be halan û ceng
Em her diçin pêsh, dijmin diçin pash
Bê av digerin ev dolab û ash
Sermayeperest, tev top tavêjin
Nabênin îro çawan sergêjin ?!
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xwesh bikin hemî cî û shûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xwesh bikin tev bax û bihisht
Ne shûr, ne xençer, ne derf û ne xisht
Keser nemênî wek min dilbirîn
Ev dinya xweshe, dinya Cigerxwîn
Cegerxwîn
KEKO EZ BILÛRVANIM
Keko ez bilûrvanim
Bi her tishtî dizanim
Çîyan tênim govendê
Berxê mîjo di bendê
Hirç û hov û dar û ber
Lotan didin tev li ber
Ev masîyên Derya Resh
Bi bilûra mi serxwesh
Welat tijî bûn li deng
Tên dîlanê shox û sheng
Keko ez bilûrvanim
Ez shivan û gavanim
Rûnistîme bin darê
Didim pesnê biharê
Dengê saza min zîze
Darblûra min gwîze
Ez pif dikim bilûrê
Dil agire dikûrê
Shiyarbûne rast û çep
Turk û Taçîk û Ereb
Vexwariye me ev durd
Ji bo shiyar bikim kurd
Lê ez çibkim ranabî ?
Nizanim wê çawabî ?
Nizam kere jan jî ker ?
Ez bi gurzan tême ser
Serî hishke wek kevir
Divê bishkê bi bivir
Divê gurzan deynim ser
Yan jî jêre bêjim her
Dijmin dêwê xwînvexwar
Welat kirye tar û mar
Hirç ketîye nava rez
Li min bûye lez û bez
Dikim hewar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî
Kes guh nadî saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min
Kurdno hemî bibne yek
Dest bavêjin gurz û çek
Werin sherê hirç û dêw
Biparêzin mal û mêw
Ji vî bextê minê resh
Ez nexwesh û ew nexwesh
Bê xwedîne rez û mal
Ezê çibkim pîr û kal
Rezê mine ji kerkûsh
Dijmin xwar û maye pûsh
Dikim qêrîn û gazî
Dilê min wer dixwazî
Ez pêwanim bilûrvan
Ne mêrkujim, dilovan
Bi guv-guv û bi nalîn
Kurd ranabî Ceger-xwîn !
Cegerxwîn
KA KEVN NADÊRIN
Bavê te gelek ji me kushtine
Wey bêbext, bêbext, bêbext !
Malbata me û we li ber hevin
Bi tiving û shûr û dar û rext
Dijminahiya me dijmin kire axa
Ma nebese, ta kengî wilo bin ! ?
Ji dest me derxistine ew tac
Û can û mal û dar û text
Sere xwe li min dihejenî ;
Yanî gunehkarim ez
Berê xwe ji min diguhêzî ;
Yanî gunahkarim ez
Were em ka kevin nedêrin !
Û guh nedin heçî çû
Bextiyarî çavnêrî me ye
Ko bê pir bextiyarim ez
Ji bavê tere çi hatiye gotin
Bê bextîne, bê bextîne tev
Ji diya tere çi hatiye gotin
Durûtine, durûtîne tev
Cobarên bê bexte li gundê me û we
Dibin wek derya ko tev bighên hev
Cegerxwîn
JÎN Û HEBÛN
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im
Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.
Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.
Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laşî ragirim.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
HEVAL POL ROBSON
Ey heval robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest,çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em hemî insan
Kê em hiştine wisa perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama xwar
Nîzama faşîst em xistin bin dar
Xwedî sermiyan, dezge koledar
Em kirin bêçar, em kirin bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson,
Derdê min û te, ev derdê giran
Zordestiya ko kete nav cihan
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane perîşan
Ji vî derdê me Markis îngilis
Bûne du rêzan, bûne du hozan
Lênîn Sitalîn rê şanî me dan
Pale şiyar bûn xebat û lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Roja sor, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balqan da Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran,
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson,
Karker û rencber, cotar şiyar bûn
Reben perîşan bi hevre rabûn
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng
Li her der qîrîn li her der hewar
Li hawîr bû deng
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî..
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz, xanedan
Malê wan malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîz...
Dicivin, dikevin, di şer de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund
Ji bo her kesî fersend û mecal
Xwenda û zana, hozan û delal
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
Tilûr diqişin, cobar dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik diweşin
Çiya pir bilind, dirêj, girover
Tîrêjê rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binerin
Bibênin bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sinor nemane çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe, em herin Merîx
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi te bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî, Zika dikenî...
Dengê te ê xweş herkes dixwazî
Wî dengê şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi reş
Divê derbas kin rû biken û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û tazî
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar û xebat
Heşt seet, çar seet, du seet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost, bûne yar
Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
PENDNAME
Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,
Dinya ne hêjaye emê tev bimirin.
Mala me gelekî kûre, yek max e,
Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.
Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.
Qet şiyar nabin, ta kengî razin,
Hun mezin in, em ji we dikin gazin.
Xelk dibêjine me, şêx û hem mela,
Wextê zekata xwe, dibêjin bela.
Çiman hezretê peyxember gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu haşimî ye.
Malûmê we ye, ev qerêja mal e,
Lewra ji şerîfa re ne helal e.
Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîrin.
Madam em werîsê enbiya ne,
Çima em xerîkê karê diya ne.
Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.
Çiman hezretê fexirl-alemîn,
Gotiye; ”Itlibul ilme welew fis-Sîn”.
Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax,
Ax ji derdê we şêx û mela ax! Ax!
Hon dibêjin em bûne qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî û qazî.
Hun bi van herdû ritban ne razî ne,
Lewra hun belengaz û pêtazî ne.
Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.
Ez mela me lewra dilê min dêşî,
Xwedê rehma xwe bikî li ên pêşî.
Em hînî tu karî ne kirin yekcar,
Lewra em hêj mane tiral û bêkar.
Axa, ez ketim bextê te û xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.
Di bin destê te de hebûn bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û gavan.
Tu malê wan distînî her bi dilêş,
Tevî dixî devê mamûr û derwêş.
Ger we tev bidana bi top û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê firig.
Lakin çi bikim we tev da bi şabaş,
Qet kes ji we ne bû wezîr û paşa.
Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.
Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.
Çiman ji bona ax û mal û xwelî,
Perê xwe didin li hev dikin gilî.
Hun malê xwe bixun her yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de bibin yekdest.
Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir binêrin.
Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me bidom e.
Em jî şûva xwe bajon û tov biçînin,
Dê zû şîn bê, emê zû wî bibînin.
Carnan em rezekî datênin deh sal,
Em naxun ji kurê me re dibî mal.
Ewê ko çêkir vapor û balafir,
Deh sal bi şûn ve ne ma û çû mir.
Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.
Ev tev ji me re, riya dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û birhan.
Ez bi xwe bê êl û eşîr û ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê bimirim.
Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh nadin şi´ra min.
Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêşî dikin hawar.
Fikra min maye min ev tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir qelema min şikest.
Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.
Eger hun ji gotinên min aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
PORT Û SHÎRET
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêshde gernas û shiyar
Êrish bikin sênca neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleshkera
Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî
Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Divêm shiyarbin hey heval !
Bidin di vê rê can û mal
Li ser çîyan shepal û shêr
Êrîsh bikin li jor û jêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorêdebin
Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin
Destan bidin hev bibne yek
Êrîsh bikin dijmin bi çek
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin sherm û fehêt
Êrish bikin dijmin bi sher
Gava shikest win bidne ser
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Herwek Viyetnam sher bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin
Dostên mene tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz
Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb
Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda
Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Çend sale ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin shîyar ?
Îro shîyarbûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Shah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar
Shêx û melayên sexteçî
Em kirne "sofi" û "heci"
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin
Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - shîyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Cihan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend
Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Shêr shêre, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine shêr
Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Xûshkê tu jî hînbe shera
Zû nasbike derb û bera
Wek mêr tu karî sher bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr
Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin shîyar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Heval shîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan
Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar
Gernasî karî sher bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê
Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger
Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji sher ?
Guh medne van shêx û bega
Çavsor dibin wek conega
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran
Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar
Hela were, hela were !
Seyda ciger xwîn bû bira !
Cegerxwîn
WELATPERESTÎ
Payebilindî
Welatperestî
Çekên qelsan e:
Jarî û mestî
Zana û jîr im
Bindestê dijmin
Çiqas dijwar e
Ewreng bindestî
Destan vemalin
Dakevin meydan
Eger dixwazin
Bigrin serbestî
Ey gernasên kurd
Rabin weke şêr
Ji xwe bawêjin:
Xwarî û sistî!
Xebat ji bo me
Divêt bi xurtî
Dilpak û zana
Gelek bi ristî
Welat xwe? bûke
Xwîna me qelen
Naxî ber sîngê
Bûkê nexwestî
Metirse ko kurd
Pir paşde maye
Kesî nedî goşt
Bê çerm û hestî
Qûnax bi qûnax
Diçî ser çiyê
Raste di vê rê
Gelek diwestî
Welat ta kengî
Wilo parçe bî?
Em tev di nav de
Jar û ?ikestî
Cigerxwîn îro
Gel pir ?iyare
Bese metirse
Kêr gîha hestî!
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
GULFIROŞ
Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Dil bi kul didî.
Min go kî didî. Can û dil bi gul,
Go ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
AZADÎXWAZİM
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîs dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sibê dê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêr kew nexwenî, çi bêî mê kew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêre li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bûy, divêm bixwênî
Rewşa cihanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şîyarbin
Ji bo serbestî hemî li karbin
Ji hevre dostbin, dijê neyarbin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêr be, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweşbin dem û gevên te
E'zê sipî dê bighê bavê te
Bira ziwabin herdu çavê te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane
Di sherda en tev xûşk û birane
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji "hok" û "fantom"
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavête di şerde bimrî
Zinhar kurêmin nebî tu bigrî
Em tenê kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şex û melan em tev kirne derwêş
Ev bû dusedsal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev eş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn"
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
FERATIM - KÊFERATIM
Guj-guj û him-him Feratim, Ferat...
Xush-xush û xum-xum Feratim, Ferat...
Feratim, kêferatim
Karim, xebatim
Jîn û felatim
Veye ez hatim
Ji jorve ez têm
Diçim ber bijêr
Di nav dilê min
Tev gewher û zêr
Feratim...
Bi him-him ez têm
Bê ser û bê min
Ser derya mezin
Feratim...
Daxwaza millet
Feratê dijwar
Di ber xwe dibim
Tev gersh û gemar
Feratim...
Dengê sewîyan
Rengê birçîyan
Ez dengê shivan
Xama xwendevan
Feratim...
Tev ah û nalîn
Giryan û qêrîn
Bi çelq û lem-lem
Hemî kul û xem
Feratim...
Diçim pêsh bi rist
Wek sitêr û rist
Hemî derd û kul
Dikevim nav dil
Feratim...
Di dilên xortan
Dikelim herdem
Ber pozê dijmin
Ez xîp û kelem
Feratim...
Ez xwendevarî
Ezim hishyarî
Dûr û dirêjim
Gavan tavêjim
Feratim...
Di nav dilande
Pir xurt û bi tîn
Di nav damarên
Xortanê bûm xwîn
Feratim...
Di ser hevre têm
Bi çelqîn û guj
Di ber xwe dibim
Dijminê xwînmij
Feratim, karim, xebatim
Ez kêferatim
Vaye ez hatim
Ji Kurdistanve têm
Pir xurt û bi tîn
Ez pêta cerg
Û dilê Cigerxwîn
Cegerxwîn
ŞAM ŞEKIRE WELAT ŞÊRÎNTIRE
Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqşê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş
Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîşan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî
Bra û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuştin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin
Me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweşê sanî
Hemî bûne mirîd û şêx û sofî
Bihiştî ne çikin nav û nişanî
Li axur radizin lê şêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî?!
Bi van xapan di xwarin xwarinên xweş
Wekî şêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke şêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, şivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîne kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Ez gelek tî me
Şeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçîme?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku bişkînim
Diçim ser rê ku rêwîme
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwîme
Bi tenha ez li çolême
Serî goka di holême
Birîndarim ji wan mijgan
Pêrîşanim çi xwînîme?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûşk bigrin
Bi jînê pir bi hêvîme
De wer maçek biminde xweş
Li dêm ko bisk bikin şevreş
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser nişîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana şal û îşerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manîme?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala şerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdîme
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdîme.
Stockholm 26.9.1979
PORT Û SHÎRET
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêshde gernas û shiyar
Êrish bikin sênca neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleshkera
Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî
Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Divêm shiyarbin hey heval !
Bidin di vê rê can û mal
Li ser çîyan shepal û shêr
Êrîsh bikin li jor û jêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorêdebin
Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin
Destan bidin hev bibne yek
Êrîsh bikin dijmin bi çek
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin sherm û fehêt
Êrish bikin dijmin bi sher
Gava shikest win bidne ser
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Herwek Viyetnam sher bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin
Dostên mene tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz
Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb
Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere.
Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda
Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Çend sale ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin shîyar ?
Îro shîyarbûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Shah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar
Shêx û melayên sexteçî
Em kirne "sofi" û "heci"
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin
Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - shîyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Cihan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend
Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Shêr shêre, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine shêr
Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Xûshkê tu jî hînbe shera
Zû nasbike derb û bera
Wek mêr tu karî sher bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr
Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin shîyar ?
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Heval shîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan
Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar
Gernasî karî sher bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê
Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger
Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji sher ?
Guh medne van shêx û bega
Çavsor dibin wek conega
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eshkere
Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran
Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar
Hela were, hela were !
Seyda ciger xwîn bû bira !
Cegerxwîn
RÊZANî
Tu rêzan be carek siyaset bixwîn
Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn
Bide pêşiya me wekî pehlewan
Bi zanîn me derbas bike, xwendevan
Eger bûyî carek tu rêzan û jîr
Ji bo dibî rokê xweş wezîr
Dikarî xebatek pir mezin bikî
Berîkê tijî gewher û dir bikî
Mijûl be bi zanîn û hem torevan
Bibe payedarek di nêv cihan
Bilîze bi zanîn di nav dewleta
Bibe jîr û hozan di nav mileta
Bi paye serê me bilindbî bi te
Bi zanîn çi bêjî guhê me li te
Ji bo me li her der bibe bervedêr
Di rojên şeran de bibe xurtemêr
Siyaset û tarîx û tora û rist
Bixwîne bi hev re ciwan û dirist
Bibe jîr û zana di her çax û dem
Ji ser me tu rake çi zor û setem
Tu rêzan be qurban xweşe zanebûn
Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn
Tu hozan û rêzan be ey xwendewar
Bi van herdiwan dê bibî navdar
Ji milet re baş be ku bû karbidest
Bizane ku milet ji me ev dixwest
Dixwazim tu zû-zû bibî hoşîyar
Nebî zorperest bî bira wek neyar
Serê te bilind e dema rast herî
Emanet, ji kes re nebî wek terî
Dilê xwe mebe mal û zêr û pera
Gelek jîn xweş e lê bi rastî, bira
Ji milet re carek dibî sermiyan
Mehêle ku carek bibî lê ziyan
Ji bo te bere ew bibî dost û yar
Mirovê teres bî, ji jînê çi kar ?
Xebata ji milet re karê te ye
Bizane ku ew jî şiyarê te ye
Bi rastî bi wî re eger xweş biçî
Çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
EV DINYA PIR XWEŞ E
Pir xweşe pir xweşe
Ev dinya pir xweşe
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
Dev likenin sorgul
Ser dihejin sunbil
Xurxur ji avê tê
Hilm û sirra bê tê
Pir xweşe pir xweşe
Ev dinya pir xweşe
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
Destê yar bi destim
Ez serxweş û mestim
Kûpik dev û lêvin
Mêze herdû sêvin
Pala xwe da ser min
Bê fehêt û şermin
Gelek xweşe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn
Pir xweşe pir xweşe
Ev dinya pir xweşe
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
Em zava û bûkin
Pêwan li me çûkin
Pal dane ser şînî
Kesek me nabîni
Hawir me zennar in
Perde pel û darin
Guldestê evûnê
Daxwaza vê jînê
Pir xweşe pir xweşe
Ev dinya pir xweşe
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
(…)
(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak
DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE
Tu arî, yan ji te ar dibarî
Tu derdê millet ê kurd ê xezanî
Nikarin dest bidin te, tev şewatî
Ne wek rengê meyê xoş û ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me dahev
Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ko wan ji bona min tu anî
Belê şayestê pesn û fort û şabaş
Xwedî herdû ne, ê min bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihribanî
Hezar destên began êrîş dibir te
Li ser masê dibû her şev xuyanî
Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşin her zemanî
Begê zana û milletperwerê min
Hero serxoş e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûştî, ko perên xwe
Li ber lingê te bavêjin pirranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ko dizero lê biderket
Nema fêde dikî jêre giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin
Şiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fîxanî
Bi dengê te li wan her kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş deranî
Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin
Ji dijmin girtine nav û nîşanî
Dikin nakin li wan nayê veşartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! xem bi mey nayên revandin..
Li hawîr xem li we derbûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên belengaz
Li ser te pevdiçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ko çine zor û ziyanî
Bibî toz û qirêja destê cotkar
Te balêsin bi şaş û axebanî
Te bistênin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî
Dizin, mal û hiş û bir tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî *
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re goreke pir teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.
________________________________
*Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
DAYÊ
TU MEGRÎ
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
Çira û rewshen li me vemirtin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Xwendin nehishtin li nav me kurdan
Ne hish, ne bîr man ji êsh û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Shêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu shabe va em dixwênin
Azadîxwazên cihan dibênin
Divê ku dijmin bi zor deênin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Va em shiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Dijmin du nifshin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Divêt bi leshker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêsh neyaran
Êrîsh bikin em bi gullebaran
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Resha xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelashînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Rabe bi hevre em herna shaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xwesh rengê çiraxan
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me shêran
Di shevreshan bin rengê sitêran
Shêr tevde shêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germe
Bindest bimênin ji bo me sherme
Ta kengî dijmin pasha li ser me ?
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Shêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Cegerxwîn
Bibe Leskere Kurd Here Ser Ciya
Bibe leshkere kurd here ser chiya
li ber dijmine xo tu bigre riya
bi peşde herin em bi top u tiving
bikin em bi xurti bi dijminre ceng
Tu bishkene dijmin li bajar u gund
ji nuve dibin payedar u bilind
eger bete kushtin dibi payedar
bi nave te ava dibin gund u shar
eger sax bimeni dibi serfiraz
di qada xwede de biji tim bi naz
jin u mer bi lilan u dans u chepik
bi sertas u nishan u shur u lepik
...
bibe leshkere kurd u gernas u mer
li singa te nishan bibin sade zer
bibe leshkere kurd, xweshe leshkeri
tu pewane milet, welatperwari
dere te bilindbi bichi asiman
li ser te bibejin bi dil ristevan
eger ko nesojin hechi serbilind
kiye roniya xwe bidi shar u gund
tu azadiye avnedi ger bi xwin
ku xwine narejin nikarin bijin
sere xurtemeran pira sexwebun
bi xwina me milet dibeni hebun
hemi paye u rumete leshkeri
tiji dewlemendi, welatperweri
bi peshve heri payedar renge fil
periru ji bote bikin lile-lil
dile dot u xushkan gelek xwesh diki
riwe de u bavan gelek gesh diki
bi xwina xwe serbestiye avdidi
disoji ji bona me pertav didi
li tange siwarbe bibe payedar
bi xurti erish bike se neyar
ji qada xwe dexe bibe Erdesher
li zagrose Kardo bibe xurtemar
ne sherme kure Nayri u Midya
li ber deste dijmin bibin wek miya
kure Hor u Mitan u Kadox u Kurd
di bin deste dijmin bimenin zigurd
bese derkeve ser chiya wek piling
bi erish u halan u qerin u deng
di roye neyarde bibin ar u pet
bi xwina me sorbin hemi lat u het
bi topan bi peshde herin wek beran
bi tangen mezin hem bi komen giran
ji ber xwe, ji ber te fehetkarim ez
ji rewsha welate xwe rusarim ez
ji bo te ci bejim eze dil bi kul
nawerim bibejim ne kurdi ji dil
dema ko ne kurd bun me ev shax u desht
bi xwina xwe avdan, kirin wek bihisht
ji dijminre pir xwes dikir leshkeri
tene wi li nav me rijand berberi
hezar bend u el bun nezan u reben
ku zencir li gerden u mil tim bi ben
ji dijminre em leshker u pehlewan
bi gernasiya xwe me deng da cihan
chirandin me sinor u tipen ecem
di singa neyare neyar bun kelem
tene em ji hevre neyar u bi rik
ji xwina me axa welat bu pirik
shiyarbe bibe leshkerek canfida
vejene tu paya mitan u meda
bira leshkeri tim nimeja teye
chilo pashde mayin qerrja teye
bibe leshkera kurd u pri peyadar
bibe dijmine dijmin u koledar
Cegerxwin
Prepared by Sores
BI
SER ÇIYAN KETIM
Heval megrî çiya herdem
Cihê xweşmêr û şêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laşê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê;
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê şûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek şerm e ku em sax in
û dijmin hê dinav bax in.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
BÎRANÎN
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
BÎRANÎN
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
HETTA KENGÎ DI XEWDA BÎ?
Bese millet li te şerme
Hetta kengî di xewda bî!?
Dibin destên neyaran de
Hejar û dîl û kola bî ?
Bihar va tê çiya xweş bûn
Weke şêran herin şer em
Çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî !?
Binêrin win li Engola
Weke şêran ketin çola
Serê te hişk wekî pola
Di bin destê neyara bî?
Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî?
Di nav dijminde winda bî?
Ji dijmin re dibî rencber
Bi paş de mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî şevger
Bese îdî weha nabî !?
Were carek ji xew rabe !
Weke gernas û şêra be !
Xwe pêkbêne bi hevra be!
Divêm hişyar û zanabî
Bese win rê bidin zana
Bidin pêzan û hozana
Ji bo çi wer li pey şopa
Beg û şeyxa û axa bî ?
Çi ol û êl û malbatin
Evên dî qey hemî tatin!?
Hemî yek dar û yek katin
Bibin yek da, ku dil şabî
Bi: tang û top û lek millet
Tu gavan pêş de bavêjî!
Hetta kengî li benda van
Niviştê: şeyx û seyda bî!?
Tu guhmed van beg û axa
Xwe rapêçê li ser şaxa
Ji dijmin bigre van baxa
Tu dê serdar û paşa bî !
Cegerxwîn im dixwazim ko
Ji bo te rast bibêjim ez
Tu guhdêre li dengê min
Neko saza li ber ga bî?.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
FIDAKARÊ WELATIM
Erê dayê metirse vame hatim !
Wekî rojim niha vame hilatim !
Ji bo ko te ji dest dijmin derênim
Wekî Zab û Feratim, kêfratim
Dixwazim derkevim shax û zinaran
Li ber dijmin wekî lat û kelatim
Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî
Ku ez hatim wekî Zab û Feratim
Didim ber xwe hemî sermayedaran
Wekî Shapim di Sîpanê Xelatim
Ji dostanre hemî pertav û ronak
Ji dijminre wekî arim, Shewatim
Ji bo jar û belengazan biharim
Ji bo har û neyaran ez Shibatim
Li tarîxê binêrin ez kusame ?
Xwedi eywan û birc û pût û latim
Evim ez, lê di bin destê neyaran
Eger rokê ji xew rabim du qatim
Li ber pozê neyaran xurtemêrim
Ciger-xwînim, fidakarê welatim.
Cegerxwîn
EZ Û GUNDÊ HESARÊ
Hesarê qundê me ye
Deshtek ne pir fireye
Hawîr deshtawê çiya
Li jor darên devî ya
Herdû alî rez û dar
Heta dighê ber zinar
Çend çiyayên xwedî nav
Ko me li wan dikir rav
Shêx Sultan û shêx Sehor
Çim û Hopê hawîrdor
Deshta wê tev kanî ne
Xo ew jêre danî ne
Hatina wê gelek pir
Rokê nebûn dexilkir
Tirî, êmîsh navdarin
Heta berf tê li darin
Doshaba wê pir biha
Girantir bûye niha
Ceh û genim gelek tên
Nîsk û sholik belek tên
Pez û sewal gelek bûn
Li nav çiyan bi lek bûn
Pembû, gelek diçandin
Bi çinîn û kishandin
Qitî, ecûr û shebesh
Lê petîxên me pir xwesh
Hirmî, Bihok û hejîr
Li ser daran dibûn pîr
Nifshên tirî hezarin
Belkîjî bê jimarin
Rêçel û gûz û benî
Gelek xwesh bûn, ezbenî
Gundê me j î gelek shên
Du ça dinav gund re tên
Qesra axê li jore
Hinqî kevne reng sore
Qesra sora pir bilind
Bûye keleh ji bo gund
Abora gund zêde ye
Dewletek serbixwe ye
Tishtek tenê neçê bû
Zordestî ya axê bû
Kurtêlxwerên wî dijwar
Ji ber zora wan hewar
Bêsh û bela giran bûn
Ji ber wan em xezan bûn
Ji ber zora sengela
Derewên shêx û mela
Pishta me bû xwar û xûz
Bi axîn û kûze-kûz
Eshîr dibûn dubendî
Çi axa û çi gundî
Sher û shewat û talan...
Malik li me bû wêran
Dijmin diket nav welêt
Xwîna me tevan dimêt
Dar û qamçî û lêdan
Yan pere û yan zindan
Tev nezan û nexwendî
Yek jî nebû efendî
Jin û mêr tev diçûn kar
Karê tevan pir dijwar
Palevan û gêrevan
Tevan pembû avdidin
Shivên rezan didinhev
Herdû alî weke hev
Kebanîya xweshmirês
Dolabrês û teshîrês
Kevanjen û tevinker
Destevala diçû sher
Derb û ber û av û nan
Dibir ji bo ê shervan
Hem nanpêj û rishtebir
Karê malê tev dikir
Lê dar bi destê mêr bû
Li ser jinê çi shêr bû !
Li vî gundî mezin bûm
Ez biçûkî wek cin bûm
Sêzde salî derketim
Bi ber bayê xwe ketim
Ji ber axê û Gerebêt
Ev gund nema bi kêr têt
Bavê min bû wilo got
Em derketin cot bi cot
Dil tijî bû ji derda
Ko me gundê xwe berda
Çûn cem Osmanê Temo
Pashê çûn Bêdermemo
Biner çib serê me hat
Sibeh zû nû, Rojhilat
Hate ser me Gerebêt
Ji dev diçin ar û pêt
Bi candirme, zirte-zirt
Bi ser me de sibê girt
Lê xelkê gund wek mêra
Em veshartin wek shêra
Ew serkarê dîn û bar
Çi anî serê muxtar
Ji bo me pir li wî dan
Lê em nedan destê wan
Candirme ko siwar bûn
Hê ji nû em shiyar bûn
Vegeriyan , hatin gund
Lê dixwênin bûn û kund
Birçîbûn û giranî
Heçî nedî, nizanî
Nexweshî û birçîbûn
Derketin û bêcîbûn
Giranî yek pir dijwar
Xelkê goshtê keran xwar
Sherê giran kete jor
Dijmin welat girt bi zor
Du milyon kurdên bêçar
Bi ser me de hatin xwar
Birçîbûn û nxweshîn
Di nav me de dimeshîn
Bi vê êshê mirin pir
Mêrê xushka mijî mir
Bavê min çû Amûdê
Tenê mane, ez û dê
Birayê min çûbû sher
Li hinda Balîkeser
Lê raborîn meh û sal
Shevek revî hate mal
Tev rizî û perîshan
Dey li me kir: kanî nan ?
Ew kesê ko direvî
Nema karî derkevî
Ew jî me shand Amûdê
Dîsa mane ez û dê
Zivistan çû, hat bihar
Ez û wê jî hatin xwar
Lê çawa borî sibat
Hala mezin li pey hat
Bavê min jî bi wê çû
Nexwesh ket û ranebû
Em diçûne ser xetê
Dibûn palên dewletê
Tirên, dibirne Mûsil
Dixwbitîn em ji dil
Pashê ji Amûdê çûn
Bêdermemo me kir shûn
Bûne pêwanên reza
Ji nû ketin nav diza
Diya mina kevnejin
Tevinker û kevanjen
Dilovan û bîrewer
Ev jîn pêre neçû ser
Diya ji min hezdikir
Nexwesh ket û li wê mir
Çawa tê ber çavê min
Agir tê hinavê min
Mele Xelîl jin anî
Li min bû bargiranî
Di wê çaxê, wê mehê
Vegerîyam cem xwehê
Nazdar û efendî bûm
Yanî quranxwendî bûm
Lê wê ez kirim shivan
Tenê ji bo kinc û nan
Heta salên min bûn bîst
Hish û mijî ji nû lîst ;
Çiman ez dibim shivan ?
Çima nabim xwendevan ?
Ji nû çûme xwendinê
Min çav berdan vê dinê
Melayê Hazda banî
Bîst û heshta jin anî
Lê min hespê xwe bezand
Ta shihada xwe sitand
Hingî derbas dibû jîn
Serpêhatî me pir dîn
Sher û shewat û kushtin
Dil û ciger dimishtin
Ji sala bîst û çara
Ketim rêza hishyara
Ji bo jîn û felatê
Ketim nav kêferatê
Ji çîroka Mem û Zîn
Navê xwe kir Cigerxwîn
Cegerxwîn
EY WELAT DÛRIM JI TE
Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji şûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmine
Em têne kuştin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
EVÎNA
DIL
Evîna dil, te dil kirye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nûve bûm evîndar
Diran û çav û dil pêkve şikestin
Û porê min sipî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dipî pîr
Ji bona min nema hêjan e her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê dinav pencên gurê har
Cihan pêkve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavê min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min liber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar
Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ne zengo û ne hevsar
Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim
Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha ez bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz
Dinalim ez wekî Hirçê birîndar
Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hişyar ...!
Stockholm 18.6.1980
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Em Ji Re Dernakevin
Em ji re dernakevin cendan bibenin zilm u zor
Lewleb u cerxa cihae, geh li jerin geh li jor
Le bidin, dora we ye ey koledar u zorkeran
Ev pikole em ji hawir we dikin, caven we kor
Nive karken dar bi dest in, edi her dem keferat
Va nezik buye dema me, kare dinya tim bi dor
Win li Cin u rojhilate mezekin, xwes mezekin
Tev di ve re de dibazin, wek pilingan gore qor
Her ciqa zore bikin; win me dajon ber bi pes
Pir nezike sewre rabi, lesgere Kurdi u sor
Cegerxwin
DI BÎR ANÎN
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin ?
Kanî ew cejn û sema û
Gesht û seyranê dimin ?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û Fîxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin ?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin ?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
DAYÊ TU MEGRÎ
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
Çira û rewshen li me vemirtin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Xwendin nehishtin li nav me kurdan
Ne hish, ne bîr man ji êsh û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Shêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu shabe va em dixwênin
Azadîxwazên cihan dibênin
Divê ku dijmin bi zor deênin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Va em shiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî
Dijmin du nifshin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Divêt bi leshker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêsh neyaran
Êrîsh bikin em bi gullebaran
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Resha xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelashînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Rabe bi hevre em herna shaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xwesh rengê çiraxan
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me shêran
Di shevreshan bin rengê sitêran
Shêr tevde shêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germe
Bindest bimênin ji bo me sherme
Ta kengî dijmin pasha li ser me ?
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Shêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kushtin, dayê tu megrî !
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Bibe Leskere Kurd Here Ser Ciya
Bibe leshkere kurd here ser chiya
li ber dijmine xo tu bigre riya
bi peşde herin em bi top u tiving
bikin em bi xurti bi dijminre ceng
Tu bishkene dijmin li bajar u gund
ji nuve dibin payedar u bilind
eger bete kushtin dibi payedar
bi nave te ava dibin gund u shar
eger sax bimeni dibi serfiraz
di qada xwede de biji tim bi naz
jin u mer bi lilan u dans u chepik
bi sertas u nishan u shur u lepik
...
bibe leshkere kurd u gernas u mer
li singa te nishan bibin sade zer
bibe leshkere kurd, xweshe leshkeri
tu pewane milet, welatperwari
dere te bilindbi bichi asiman
li ser te bibejin bi dil ristevan
eger ko nesojin hechi serbilind
kiye roniya xwe bidi shar u gund
tu azadiye avnedi ger bi xwin
ku xwine narejin nikarin bijin
sere xurtemeran pira sexwebun
bi xwina me milet dibeni hebun
hemi paye u rumete leshkeri
tiji dewlemendi, welatperweri
bi peshve heri payedar renge fil
periru ji bote bikin lile-lil
dile dot u xushkan gelek xwesh diki
riwe de u bavan gelek gesh diki
bi xwina xwe serbestiye avdidi
disoji ji bona me pertav didi
li tange siwarbe bibe payedar
bi xurti erish bike se neyar
ji qada xwe dexe bibe Erdesher
li zagrose Kardo bibe xurtemar
ne sherme kure Nayri u Midya
li ber deste dijmin bibin wek miya
kure Hor u Mitan u Kadox u Kurd
di bin deste dijmin bimenin zigurd
bese derkeve ser chiya wek piling
bi erish u halan u qerin u deng
di roye neyarde bibin ar u pet
bi xwina me sorbin hemi lat u het
bi topan bi peshde herin wek beran
bi tangen mezin hem bi komen giran
ji ber xwe, ji ber te fehetkarim ez
ji rewsha welate xwe rusarim ez
ji bo te ci bejim eze dil bi kul
nawerim bibejim ne kurdi ji dil
dema ko ne kurd bun me ev shax u desht
bi xwina xwe avdan, kirin wek bihisht
ji dijminre pir xwes dikir leshkeri
tene wi li nav me rijand berberi
hezar bend u el bun nezan u reben
ku zencir li gerden u mil tim bi ben
ji dijminre em leshker u pehlewan
bi gernasiya xwe me deng da cihan
chirandin me sinor u tipen ecem
di singa neyare neyar bun kelem
tene em ji hevre neyar u bi rik
ji xwina me axa welat bu pirik
shiyarbe bibe leshkerek canfida
vejene tu paya mitan u meda
bira leshkeri tim nimeja teye
chilo pashde mayin qerrja teye
bibe leshkera kurd u pri peyadar
bibe dijmine dijmin u koledar
Cegerxwin
Prepared
by Sores
DÎYARÎYA YARÊ
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî
Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rêve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Şeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reş bisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bese rabe Hesarî!
Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
DÎYARÎYA YARÊ
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî
Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rêve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Şeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reş bisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bese rabe Hesarî!
Me go: gorî Cegerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cegerxwîn
1903 - 22 / 10 / 1984
|