MIRINA GURÎ
-Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra-
Sefdo,
lawecan! 1922 de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em şikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poşîke reş
kêşa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê
me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî
bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jişihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê
wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“.
Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi
têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reşû tarî kişande
ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê şa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande
kurdmanciyê û pêşkêşî giyanê te kir
MIRINA GURÎ
Ewir,di ber di ser heyvê re, Heyva agirgon, Bilez….derbas dibûn, diçûn Qey dû
û dûman bûn, Ji şewatê hildihatin, Bilind, winda dibûn.
Ji me, heta cihê tavikê miriyan,
Dar û daristan, Qurmên daran giş; Dixuyan…. Wek stûnine reş, Çira ma heyveron, Geh
geh, dibû geş.
Herçî em nêçîrvan, Bêdeng
lal û ker, Me da pexlexa nerm, Pûş ê pelaşa zer, Me tev dida, seh dikir, Şafir, qizbe, devî,
şel.
Hêdî hêdî em diçû; Me rêl velo dikir, Em vedihatin erdê û radibûn
ser xwe, Ji nişkekê ve me dît; Pencine dehbene gir, Di axê re çûne; li erdê bûne xelek, Me bihna xwe,
Ji ber xwe çikand û em sekinîn, Ser ling û nîvekê.
Hevalekî me î pîr,
Şêxê nêçîrvanan, Şopgerînekî hêja, pisporekî rêçan:
Lê vehat,
hûr lê mêze kir û got: Ev rêçên gur in. Rêçine nû, Belê rêç, ew rêç bûn, Rêçên gurên fêris, Gurên ko me
da bû pey, Û me dikir Bi bêbextî…. Di tariya şevê de… Wek dizekine tirsok, Bi ser wan
de bigrin; Û wan …. Bidin; ber tifing û xenceran.
Dor bê deng, Ne
pejin, ne teq, ne req, Tebîet lal û xamûş; Bi tenê di ezmanan de, Qulingekî virnî, JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand, Û li refê xwe diqorî.
Rêçnasê î pîr, veketi bû, Li rêçan bû bû pehin, Rêç seh
kir û got: Rêçine teze; Gur, dêlik û dû cewrik in; Êdî…. Tu şik ne ma tê de, Me xencerên xwe
kir kar, Tifingên xwe dagirt; Û da rê.
Şax, çikil….me ji hev
dikir; Kelem di bin lingên me de, ditewiyan. Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan. Sisê ji hevalên me sekinîn,
Tifingên wan biriqîn. Min çavên xwe, girt….vekir; Hûr, li şafiranmêze kir, Di nav rejûya reş
de,
Du morî diçirisîn, Û jê wê ve, Çend xeyalên tenik Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de Bê hay, ferîqet …. Direqisîn.
Gur, bavê mal û
malbatê, Xwe da bû pêş, Di ber devî û dar, Çav li dora xwe daşt….û dît: Rê lê nehatî bû girtin,
Dijmin lê bû bû çarnikar. Dêlika wî, Hinek jê dûr, Li ber zarowan sekinî; Li mêrê xwe dinêrt. Nêçîrvanê
mê î kal, Nav di seyên me dida û digot:
Ha şevger ha ….Ka bêlan ak…. Reşo
tu jî, ji par re…. Berya ko se lê bêne wer, Gur, stoyê seyekî, Sekî semboyî, Kire devê û şidand,
şidand û berneda, Rexma ko bû, Ziqziqa xencerên me. Xencer di rûdiyên wî re diçûn, Di zikê wî de, Digihan
hev, Û berikên tifingên me, Di tihêla wî re tavêtin. Gur dîsan,
Arçûmekên xwe, şidand, çidand, çidand,
Lê vê carê, Devê xwe vekir, Seyê şemboyî, Wî heywanê fêris, Beriya gur…. Ket erdê û mir.
Gur…. Li ser totikan rûniştî, Xwîna xwe alast, Awirek li me da, Li jin û zaroyên xwe fedkirî,
Xatir ji wan dixwest. Û paşê, Erzîna wî lerizî, Çavên xwe girt, Û di xwîna xwe de….gevizî.
Min eniya xwe a germ, Berda ser fola tifinga sar, Û ez, Li vê rastiyê dibûm hişyar: Heke
dêlik ko hişte mêrê wî, Bi tena xwe, bêkes, Bê piştmêr, bê heval û hogir, Bera san û nêçîrvanan bide,
Û di xwîna xwe de vegevize, Ne ji ber ko tirsiyabû, Û can lê şîrîn bû, Lê diviya bû …. Ew,
Biya gurê piştreş,…. Bimîne…. Û ji zaroyên xwe re,
Bide zanîn, Ko li dinyayê Ji guran gurtir,
ji wan birçîtir, Di qesir û sereyan de rûniştî, Tevayek heye, Jê re dibên mirov, Lê secde dibin, Çi
kedî, çi kovî çi hov,…. Lê ew ….ew heyîna serfiraz, Ew bi xwe, Cenawirekî we ye, Ne wek cenawirên
din, Ne ji nêz û birçînan, Lê min ji bo kêf û henek, Dide, her kesî, her tiştî, Ber mirin û kuştinê.
Herê, diviya bû dêlik, Bimîne…. Û ji cewrikên xwe re bibêje, Mebin nîzing, tucaran…. Avahiyên
ko mirov …. Tê de.
Ez, şermendeyî heyîna xwe, min digot, Em mirov, insan, Digel vî navê bilind,
Çiqas nizimû xwar in, Bi tenê hon, heywanên fêris, Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn, Bê deng, lal û
ker, Bê ax, zar û na^lin, Xwe bidin paş, jê veqetin, Terka wê û her tiştên wê bidin
Şairê „ Mirina Gurî“
Elfed de Vinyî edîbekî xudan şûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser şopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji
ber ko firsenda şer bi dest ne diket; Vinyî piştî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê.
Vinyî
di sala 1797 an de di bajarê Loşê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Şarî
Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin.
Vinyî xwe
ji alayişan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“
bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê.
Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piştî
mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin.
Celadet Alî Bedir-Xan
STRANA MIRINÊ
Piyana jiyanamin hêj tijî û dagirtî şikîya
Emr û hestiyên min, pê keserên giran heliya.
Hêstir
û girîn, ax û zarîn,
Ji derdê mirinê re, ne tu derman in.
Siha mirinê bi ser serê min de tê;
Saeta
min a dawîn lêdide;
Mirinê li nêzîkî min kiriye;
Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê
Ma ez çi bikim?
Tiştek li destê min ne maye…
An girîn, an stran û dilxweşî.
Ezê bistirêm !...
Ko
hêj dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min hê sar ne bûne.
Ezê bistirêm !...
IIIIIIIIIIIIIIIIIIIII
Mirin min dixapîne û dilorîne;
Ez bûm, cîranê mirinê;
Dengê wê ê zîz
û giran tê;
Û dikeve guhê min,
Gava saz dişkê ;
Teqîn jê tê ;
Mîna teqîna tifingekê.
Çira berî mirin û vemirandinê,
Bi şewq û lehba xurt dibiriqe;
Roj berî roavayî
Hîn mezintir
û pehintir dibe.
Bi tenê em; însanê qels û reben
Li ber mirinê,
Hîn feqîr û belangaztir dibin,
rojên
xwe ên borî tînin bîra xwe,
Û wan dihejmêrin;
Ax û ofa dikin û didin girî…
Ma rojên borî çine?
Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?
Rojek e, dîsa rojek e;
Saetek e, dîsa saetek e;
Yê ko tê,
mîna şev û roja borî ye.
Carna êş û xebat û kêf û şahî;
Carana ax û of û girîn;
Carna
di nav gul u gihê,
Carna di nav ax û herî;
Û dawî….
Şeva tarî bi ser me de tê….
Yên
ko ji nezanî û tamahkariya xwe
Dest davêjin salên berî û rojên borî
Û wan roja di bîra xwe tînin
Destê
xwe vedikin û parsekiyê dikin;
Wê bibînin…
Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê;
Wê seh
bikin;
Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.
Jo bona min
Ko tu cara rehê xwe erdê ne da
Çûyîn;
bê girîn û zehmet e;
Ezê herim….
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweşîne….
Ezê
herim bê ax û zarîn;
Bê Şîn û girîn.
Girîn û hêstir ji bona çi?
Ezê herim!
Mîna ba û
bablîsokê,
mîna av û ronahiyê….
Xwedê dilê min
Li ser sindiyana jiyînê danî;
Û bigirane
û zompên qehr û xweşiyê
Lê da.
Qehr û qîmeta saxiya min çi ye?
Dilê min ji dinyayê sar bûye;
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim
Heta ko bikarim
Li ser rêka hêja bimirim;
Xwe bidim kuştin.
Şeva tarî bi ser min de tê.
Ez mêvanê gor û tirba me;
Lê ez ê bistirêm!…
Ko hêj
dest û tiliyên min,
ji darê tenbûra min sar ne bûne.
Ezê bistirêm!....
Berî mirinê
Ax û zarîn,
şîn û girîn
Ji bona çi ?...
Ezê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min
sar ne bûne.
Ezê bistirêm!
Strana azadî û serbestiya welatê xwe,
Û dengê stran û tenbûra min
Li
çiya û zinara,
Li deşt û zozana;
Wê deng bide
Celadet
Alî Bedir-Xan
>Hawar: hjm
28<
DAWET E
Ev wêne ji pirtûka nivîskar F.Cewerî a bi navê "Li Mala C.A.Bedirxan"bi
destûra
wî hatiye girtin.Divê bêdestûr ev wêne neyê bikaranîn.
Ji zozan hat quling Xeber anî ji xweyîng Dibê werin
dawet e. * * * Dawet e xweş dawet e Ji kurdan re rûmet e Dawet şer e, şahînet. * * * Bê
xweyî man qund, kelat Gazî dike ev welat Dibê werin hawar e. * * * Bê kezî man keç û bûk Di rêlan de ba
û pûk Bê belg mane dar devî. * * * Navao dikin kurdanî Ne hêliştin mêranî Kurdinon rabin dawet e.
* * * Herê lawo dawet e Dawet e xweş dawet e Bûka te jî Kurdistan. * * * Keziyên wê delal in
Çi nermok û şepal in Ber meqesê mede wan. * * * Dengê avê çì zîz e Newal jê re ezîz e Welat!
Welat!Welato!
* * * Ji zozan hat quling Xeber anî ji xweyîng Dibê werin dawet e. Celadet Alî Bedir-Xan
> Hawar : hj,. 8,<
BÊRIYA BOTAN
( Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re )
Kanî Derwêş,
ka Herekol, ka Kepir Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir
Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî Text û bextê botiyan
de ka geşî
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû
Ka Westanî ka Qesara
ka kanî Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
Basiret kû, meqşibendî, terîqet Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet
Kanî Seqlan, Seq nefis kû
Nêrgizî Gul û rihan zeriyane, tev rizî
Ka Azîzan, şêx û seyda û axa Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî
Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû
Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering Ka salên me, bekirbegî, xweş devling
Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng
Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war Kepirê de ne kozik in, ne jî
dar
Bor-mirişkan tenik biye kete ba Ez botî me diştexilim her bi pa
Pa ez bêjim, pa dizanim
çi bêjim Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr Ka çîrokbêj, dengbêj li kû
kanî pîr
Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan Ko tê de mir, şahê mexrib,
Mîr-Alan
Dotmîr li kû, ka mîr Şeref, mîr Ezdin Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin
Beg û axa kanî tovrind,
kanî dot Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr
Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
Ne dêmir in, ne şahînet,
ne hevşîn Kanî mîr Şem, kanî Tajdîn û Gurgîn
Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer Sadon li kû, ew
serekê şevînger
Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî Ka li kû man ew gernasên nedîtî
Ka zirtxane, gurz
û cidî, kanî hesp Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep
Pira Bafet belê ev e, kevane Kevin bûne, ne tirîne,
sorane
Ji delavê qitikan ve naye deng Kew û kevok di şînê de ne man ceng
Şeylo bûne kaniyên
me ka rejû Maziyan de ne pel mane ne gezû
Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema
Şax
li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul Tu tişt nema, vemirîne deng û gul
Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan Şûvî
li ku, Welat-Kelhok û Goyan
Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî
Kiçan,
Teyan, Dûdêran kû ka Mîran Hacibêra, kanî Şernex, Garisan
Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî Eruh li kû, ne
Alîyan, Gergerî
Ji garisan ne koçer in, ne dêman Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan
Dawûdiyan, Omerkan jî,
ka Kheran Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî Şûrkêşên me,
filehên me Hevêrkî
Ka şikefta mîr Miheme, ka perî Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
Kanî Şingar,
ka xwalên me, yezîdî Belav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra-Reben weke berê vala ye Hejare jî diyar niye raza
ye
Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj
Ne eşîr in, ne bajarî,
ne fileh Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh
Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen Tarî her der, ne kulekin
ne rojen
Di Tanzê de ne feqehin ne mela Medresa-sor xerabeye ji nû va
Kela Ewrex her bbaye, kela kevn
Tê de îro pîrhevokin û çend tevn
Kanî Şêx im, Evdirehman garisî Ew jî kuştin sorgula me çilmisî
Herê lawo tev de çûne nînin nin Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
Kurdistanê tu abadin, her heyî Îro,
sibe û hergav jbî dê hebî
(Celadet Elî Bedirxan)
BILÛRA MIN
Bilûra min a şîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê
bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. bilûra min tu î, xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra
min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê şkeft û serê zinaran guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min, were emê bi wî çiyayê bilind re bi
hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; û pêlên ava heftreng ên
xemzebaz nalîna me bigehîne deşta Sirûç û Diyarbekrê; û beriya mêrxasên Berazan; û kalîna berxan tev
şehîna hespan li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze! Roj çû ava, stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn; û pêlên ava şevê ên reş ketine
deşt û newalan heta rûyê gir û kepezan. Di qeraca de kevir piyê şevgera dixapînin û bêdengiya şevê
de pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min, dengê xwe berde! Dinya, mîna zarokekî berşîr, ket dergûşa
xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, û jê re bilorîne, xema wê birevîne! Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên
dinyayê; û li rohelatî dema ko dinya hişyar dibe ji xew radibe ji me re strana azadî û serbestiya
Kurdistanê binehwirîne, û dengê wê stranê, bila, mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên
me. Bilûra min, Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
( Celadet Elî Bedirxan
|