Kilasîkên kurdî

Feqiye Teyra
Kilasîkên kurdî
Mêlayê Czîrî
Feqiye Teyra
Dildar ismail
Dil Bîrîn
Melayê Xanî
Celadet Ali - Bedirrxan
Cegerxwîn

DÎLBER

Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden letîf,
Way nazika qamet elîf,
Qamet ji reyhana xefîf,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera qamet misal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zirav,
Dêm şûşeye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ezim, malim xirab.

Çavan ku hiltînî bi meste,
Ew çend ya misrî bi deste,
Li kuştina min te bi qeste,
Wêran ezim, malim xirab.

Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi k'ifra di nosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ezim, malim xirab.

Gelek sotim, kirim kşibab,
Kirye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ezim, malim xirab.

Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhiş kirim zilfê di hûr,
Wêran ezim, malim xirab.

Bêhiş kirim zulfê du reş,
Biskê siyah, bîhnê di xweş,
Ey duxterê, çapik bi meş,
Wêran ezim, malim xirab.

Bêk'êf kirim zilfê du reş,
Biskê siyah, zilfêd qemer,
Eşq û muhbeta min li ser,
Wêran ezim, malim xirab.

Sotim, biraştim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme k'ebab,
Kirye bi min sed reng ezab,
Wêran ezim, malim xirab.

Sibhan ji şahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ezim, malim xirab.

Eşqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqiye,
Wêran ezim, malim xirab.
(Feqê Teyran, Tarîxa Edebîyata Kurdî)

EZ

Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdaniml ez

Eşqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez

Mûsa ji dest husna bi nûr şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez

Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez

Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez

Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez

Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sukran im ez

Serxoş û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez

Soti me qet pêt û nar ne kuştîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne nexweşê pir-jan im ez

Nexweşê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî kûştiyê e'ynan im ez

Kuştime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez

Tûleyê dergahê yar im şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez

Çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim Ye'qûbê Ken'an im ez

Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e
Şafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez

Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

'Aşiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna eşqe qûtî can im ez

Her kesê eşq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez

Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eşq û bazî bê mey û meyxan im ez

Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eşqan heye-hey tê serxweş û sukran im ez

Serxoşê ava heyatê meclisa reqs û sematê
Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez

Ew meyê gerden dirêjan şîşe û wan bade rêjan
Min nema hiş li nivêjan li deftera dînan im ez

"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eşqê û derda
Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez
(Feqiyê Teyran)

ÎRO JI DESTÊ HUSNA
Îro ji destê husna hebîbê sergeşt û heyranim ez
Min eşqû û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez

Eşqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im ez

Mûsa ji destê husna bi nûr şêrînîya xalê di hûr
Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza wan im ez

Remza ku dê dîlber bikin carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovan im ez

Min ah ji dest kovan û qeheran min sebir nayêt li seheran
Şûbehetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê zanim ez

Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja pir-ye`ke
Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoşxan im ez

Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoş û sokran im ez

Serxoş û ebter kirim te ji îlleta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda
Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û rindan
Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can im ez

Soti me qet pêt û nar ne kuştî me derb lê dîyar ne
Min demek sebr û qera ne nexweşê pir-jan im ez

Nexweşê reng lê nemayî dest li se falê nihayî
Wan digot ji çavê gihayî kûştiyê e`ynan im ez

Kuştime her do `ûyunan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqa te canfidayê xidmetima te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê xo
Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez

Çavrêyê sirra li pêş im meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim Ye´qûbê Ken`an im ez

Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa evînê
Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb e
Şarifê derdan hebib e pê bawer û iman im ez

Sond dixwin sa`id û destan kevir û şeylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

Aşiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me
Çend hezar medhên dibême muhîtê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibikit jibehrê
Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna bayekî perdan hilîna
Xet û xal min têr didîna eşqa qutî can im ez

Feqîyê Teyra

Axîna te nalîna min

Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile

Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Helbest: Feqiyê Teyran

JiR U HAR   2006  Kilasîkên kurdî

puk.org

puk media

pdk-xoybu

kdp.pp

pdk iran org

kdps org

kdp lebanon

kurdistan media

kdp6

gulistan.info

xebat

dimoqrati.org

Kurdistan welatê Kurdayê

Kurdistan Amed Hewler Qamishlo Mahabad
kurdflag01.gif

Naw:
Email
Binwsine
  

Lycos MP3 Search

Artist or Song Name: