Kilasîkên kurdî

Dildar ismail

Kilasîkên kurdî
Mêlayê Czîrî
Feqiye Teyra
Dildar ismail
Dil Bîrîn
Melayê Xanî
Celadet Ali - Bedirrxan
Cegerxwîn

         Negrî Dayê

Dilê min kesera dikşîne
Qamişlo li bîra min tîne
Leylane dil hemî evîne
Şev derenge û roj xemgîne
Dil ji kerba te digrî ………
Erê dayê tû negrî ……….


Evîn li te kirine pîvan
Demê vegerîn li me civan
Warê min ger hemî roj jiyan
Dûrbûna te windakir viyan
Dil ji kerba te digrî ……….
Erê dayê tû negrî …………

Dilê birîndar derman nabe
Can û ceger li ba te mabe
Şevîn bê te wê çawa şabe
Jiyan bê evîn weha nabe
Dil ji kerba te digrî ……….
Erê dayê tû negrî …………

Buhar şîn dibe bi hêstiran
Xwunav xweşdike bihna gulan
Awirên çava dikin lîlan
Her tû dimîne xewna şevan
Dil ji kerba te digrî ………..
Erê dayê tû negrî …………

Ji dûrbûnê li şevê bake
Awazên xemgîn tû çêke
Helbesta evînê tû lêke
Silavê jînê tû birêke
Dil ji kerba te digrî …………..
Erê dayê tû negrî …………….

Qêrîna şevan pir dijware
Dilê reben her birîndare
Dûrim ji war roj li min are
Kaniya derda tim bê zare
Dil ji kerba te digrî …………..
Erê dayê tû negrî ……………..

Xewneroj û her şev dibhure
Arê evîn qet na vemire
Erê dayê tû negrî ....................
Dil ji kerba te digrî .....................

10. 09. 2005

Dildar Îsmail

XEWNA NE XEWIN

Were te dilê min kire ar
Perengekî sincirî
Hinavên min disincire
Wekî agirkî geş dibhure


Sînga zivistanê min na parêze
Barana hûr dil dixapîne
De were yara winda …
Min tû li ser hêviya ragirtibû

Tû ĵi xewna ne xewn windibe
Bi şevên dirêĵ şevên buhirtinê
Li ber çavên min rondikên te
Li ber şewqa roĵê wêneyek zindî


Ti taryê de tiwî sitêr
De were min şiyarbike
Ĵi xewna ne xewin …
Were lê te ez hiştim li ber

Deriyên bê sitûn
Li roĵên bê roĵ ?...
Windadibim ;;;
Di himbêza sûrbûna gulê de



Sazek bê deng
Û xewna ne xewn
Xewna renge reng
Hêviyên sitêra şeveqê

Dewre te birîn li min arand
Xwîn ĵi can paland
Xewna ne xewin
Dil û can li min heĵand


10.09.2004

Dildar Îsmail

XEMLA EFRÎNÊ

Xemla efrîna min dinale

Rengê buharê xwe nû ĵendike

Rêça azadiyê bandike

Karwanên bê sînor

Gulên kesk û sor

Geşdibin pakrewanên sozdar

Dar û çiya di kelin

Qurbaniya xaka şêrîn

Roĵ ĵi roĵê tê der

Sitêr ĵi azman roniyê didin

Şehîd ĵi qadê bandike

De biheĵîne xemla sipî û zer

Xweşka te bandike axîn……

Axîn ax û birîn

Efrîna min Efrîna min

De bilezîne li ber

Zingilê hebûn û nebûnê

Hawar û qêrîn û sed ax

Li ber beĵna te ………

Silavên tîrêĵa sorbûnê

Agirê dil disincir e

Qelenê temen buhaye

Axîn ax û birîn

Li min şadibe roĵ

Tarî dibe sor bûna xwînê

Kindibe zimanê zelal

Tava buharê bê bexte

Warê min miştî şexte

Silavên tîrêĵa Qamişlokê

Li te Efrîna min ………?


22.04.200

Dildar Îsmail

Dema Azadiyê

Saman û raman min di civîne

Hêstirê dayika min dibarin

Çavên şil û girî

Keserên xwîna zelal

Kelkela hinavên sala

Birîna nû xwe nû dike

Kevoka sipî hêdî hêdî

Xwe di weşîne xwe di firîne

Ĵi bexçê xwînê

Kulîlk geşdibin

Gul sor û zer dibin

Xweş bûna azadiyê

Destpêdike roniya roĵê

Windadibin birûskên buharê

Birûskên mirina zer

Şabibin îro ……..

Bengih im ez û hêvî

Armenc im ez û Kurd

Ĵîn ne ĵînbû da em biĵîn

Wek hevî……… bê ĵi min

Destên birîndar

Ĵi hev derman bibin

Warê parçe parçîn bibe

Zor zorê dişkîne ?

Bi zor nabim

Turk û faris û areb

Xwedî dîrok im

Qad û al û ziman

Xwedî çiya û şarim

Xwedî lat û welatim

Kurdistana min azadiye

Buhara min hêviye

De bixemlînin

Çar gulên renge

Kerdên ser aze ……



30.06.2004 Elmaniya

Dildar Îsmail

XEMLA QAMIŞLO

Xemla Qamişlo birîna dil vekir

Birîndare can û gel dinale ……

Serma zivistanê kul derman nekir

Avdare Newroz û buhare

Hebûna min ĵi bona te

Qamişloka berxwedanê

Dimrim li ber hêstiran

Li ber qêrîna dengê girtiyan

Hêstirên dayika wek şîravê dibarê

Min şiyar bikin ĵi xewna wê şevê

Birîndarim ger şev nebhure

Tîrêĵa roĵê xemla te di xemlîne

Dengê birîndara awaza di çivîne

Ket ji ber nebû sazên bê awaz

Bawer bike ĵi min ey dost

Parçe parçe dibe bawerî

Xemla te ĵi sorbûna gulaye

De binvîse ey xame ĵi xwînê

Rengê xemla qamişloka birînê

Levadikin………levadikin

Xewn û xwîn ………,

Êş û birîn …….

Li dêrikê li kobanê

Li amûdê û efrînê

Serê xwe hildan

Ser kêlên baweriyê

Jîn xwe nûdike di çavên tariyê de

Ezê bikim dûman û ceng

Ji dosta nayê deng

Ser xwe rake neyarên hov

Xemla te nîşane

Xemla xwe bi xemlîne

Bihêstiran gulan biçîne

Bixwînê can bi xemlîne


06.04.2004

Dildar Îsmail

ŞÎRAV

Şîrav di barê di miĵandina
Ew lêvên tenik de
Ew lêvên şahîk
Di kaniya xewnê de diramîsim
Memkên ser aze û gerdena naz
Ĵi min dûr nekev ey yar
Bê te li dil dibe ar
Miĵandina ew lêvên te di kevim
Derya bê binî
Derya evîna gevastî
Can û ceger bê hedan dimîne
Xweşke li min şevîn
Ey yara hemî dilvîn
Peyala ava ĵînê zelal dibe
Temarên dil ĵi xwînê tarin
Ĵi evîna te harin
Lêv li ber hev bê zarin
Min himbêz bike
Şevîn dibhure
Windaneke dema min û xwe
Ĵi şîrava te têr nabim
Ey yara dev li ken
Li ser sînga te di çînim
Gulên baxa û gez
Gulav dibe şîrav
Li min û te şev dirêĵe
Veke gerdenê
Peyvê xweş tû bêĵe
Dilê min gelek zîze
Sînor çi dibêĵe
Can hev dixwaze
Şev digere wekî gêĵe



01. 12. 2004


Dildar Îsmail

DiGRÎM

Digrîm û dilê min
Wê şevê ez û te
Di xewnê de digrîm
Çavên bê rûndik
Çavên ziwa
Li ser bedena te
Li ser pêsîra te
Têne xwar

Kul û derdên demê
Diĵwarin
Dema bê bext
Rêça min û te
Gilî û gazin ĵi her der
Ramanên dûre dûr
Kevza çemên ne kûr

Digrîm li ser
Melûlya çavên te
Dêmin ĵi hêstran
Ku xema dikşînin
Serê doĵeha bê evîn
Bihuşta bê dilvîn

dengê giriyê min
Li hev di vegere
Li odeya bê derî
Newala bê dar
Çiyayên bê zar

Digrîm ĵi ber
Civîna çavên xemgîn
Tariya riya dûrbûnê

Bê ĵimar dibhure temen
Tû nabhîze dengê dil
Tû nabhîze qêrîna şil
Qêrîna bê saman
Qêrîna dildarê evînê

Hêvî ĵi hêviyê cudaye
Evîn ĵi xezema daxdaye

Digrîm her şev û roĵ
Di nîvê şevan de
Û di nav bera roĵê de
Têne min awirên te
Çavên reşî ar
Dikim qîr dibim bê zar
Digrîm û digrîm


01. 01. 2005


Dildar Îsmail

 

Ax Delala min

Ew agirê kum in te avêtê

Ew agir

Pêtê xwe gihaşt min

Ew agir nhu min di şewête

 

Gelo cehennem eve ku ez ketimê

Digrim ,

Dkim ax û fixan

Belkî dengê fixana min were te

Lê mixabin

Deng nahê te

Bes ezim yê

Denê azabê kû ez dişînim

Ez êdî nagrîm

Bê taqetim, bê mecalim

 

 

Dayika bê deng

Dipirsim li te dengê te nayê
Bi derengî min li te pirsî
Nema hat .....nema hat
Hê zûbû min tû nedî
Hê zûye tû barneke
Dayê li min negre
Qedexeye welat dûre ji min
Rûndikên çava dibarin
Nema karim bidim bersivê
Tarîbû roĵa ne rôĵ
Şev li min dibe doĵeh
Ax lê dayê ax
Jiyana te hemî êş û nal
Xewşî bi çavan te nedî
Qeder weha dinvîse
Li ber hilma dema dawî
Nema hat…..nema hat
Dayê li min bibhûre
Li ber te ez gunehkarim
Derdê dil bûye ar
Gunhekarim li ber destê te
Birîndarim ĵi evîna te
Bê xatir û silav
Dil bû wekî alav
Hê zûbû ew canê ciwan
Êş maye bê derman
Ey dunyaya bê bext
Te li min gerand
Aşê ĵiyanek zor
Keserên sala berdewamin
Şaxên gula diçilmisin
Û tenûra vemirî geşdibe
Zimanê lal di axive
Ax lê dayê ax
Li min negre
Ew gorna tarî ....?
Ew mihvanên bedew
Silavên dirêĵ
Ĵi dilê tev birîn
Canê bê ĵin
Lê ĵîn dimîne
Û dengê te dîme
Nav û evîna te
Dimîne her tû
Roniya çan
Dermanê birînan
Nema hat....nema hat
Ax dengê te lê dayê


19. 06. 2005


Dildar Îsmail

JiR U HAR   2006  Kilasîkên kurdî

puk.org

puk media

pdk-xoybu

kdp.pp

pdk iran org

kdps org

kdp lebanon

kurdistan media

kdp6

gulistan.info

xebat

dimoqrati.org

Kurdistan welatê Kurdayê

Kurdistan Amed Hewler Qamishlo Mahabad
kurdflag01.gif

Naw:
Email
Binwsine
  

Lycos MP3 Search

Artist or Song Name: