Kilasîkên kurdî

Dil Bîrîn

Kilasîkên kurdî
Mêlayê Czîrî
Feqiye Teyra
Dildar ismail
Dil Bîrîn
Melayê Xanî
Celadet Ali - Bedirrxan
Cegerxwîn

Evîna bêmirad
 

Dil û mejûyê min..  Naxwaze bawerke….

Ji fikir û hizr û  Ramanin min, 

 

Bê bextî û bê wefadarîya

Yarê ez kirim pincar wekî

Gihakî kelandî hîştim li çolê.

 

Ji kerîş û kendalin dilê

Minê hedimî dlop dilop

Xwîna reş dikişe,

 

Nizam çima wa zerbûm

Bûme şima? Û xercî bûm

Wekî çaqilên devên çeman?

 

Di mêjûyê serê min de

hertim dilive navê te

dikim nakim ji bîr naçe

xem û xeyalên te,

 

tu bûyî dilopek ji xwîna

jîyanê û xwe veşartî

di dilê min.

 

ezê herim bibîm mêvanê

seydvanê pezkuvîyan

Sîymend û Xecê, gilîkim

Ji evîna bêmirad, diber banga

Êvarê de

 

Derkevim ser çîyayê

Sîpanê sêyr kim li gola Wanê li

Ava hêşîn û zelal, mêzekim

Li firîna çivîkan ji gravê bo

Gravek din. Roj ber bi avaye

Rûyë esmanê sor û zer, qasidê

şeva reş û tarî dê were

Di ser min.

Dibe bibe dermân

Û bikewîne birînin min

Fikir û ramanin Ehmedê

Xanî,

 

Guhdarîkim ji tembûr

û awazên Feqî yê Teyran

 

helbestên hev jîya yê derdê min

û birîndarê kovanin evînë,

seydayê Cizîrê.

 

min xwe berda gund

û bacarên bê xwedî,

dibînim kal û pirên hilhilî

rûniştîne li bin sîya koxê

xanî û çav nêrînê rêwîyê

rêya nehatî dikin

 

Dibînim jinên bê mêr

girêdanin şe’ra reş û

li benda şoreşgerê

Azadîyê, wê derkeve rojek

Serê hespê çê û bêje ka were

Kevanîya min hatim malxoyê malê.

 

Dibînim keçên ser bambol û

Cil perîtî, bi hêvîya bavê wendayî

Wê were rojek û bêje:

Ka were keça min!

bigre bi destê bavê xwe û em herin seyranê.

 

Dibinim hin kurên bê derpê

Û pêxwas.  dixwazin bizanin

Cihî û warê şehîdê bêkefen

Û xwedîyên tirbên nedîyar.

 

Van hemî derd û kulan

Dîsa jî.. sar nekir agirê evîna

Dilê min, her mam xeyal

Şikestî û per weşandî.

 

Dilbirîn 2001 08 20

 

KULA EVÎNÊ
 

Evîn derdek pir dijwar e

Dil girê wê birîndar e

Birîn kûre bê derman e

Dil wêranê destê evînê

 

Evîn xweşe wek şekir e

Pêtek ji pêtê agir e

Hiş û aqil tev digir e

Dil wêranê destê evînê

 

Herçê evîn pê bû bela

Ew nexwewê sêx û mela

Xwîn dikişe ji nav û dila

Dil wêranê destê evînê

 

Dil dibêje tim wa xweş e

Herdem hercar wa belaş e

Nizane evîn qelaş e

Dil wêranê destê evînê

 

 

Evîndarî ne erzan e

Wêrana cerg û dilan e

Ev qelenek pir giran e

Dil wêranê destê evînê

 

Wexta herdû tên civatê

Doşek hevirmêşe ji latê

Xem nîne serma sibatê

Dil wêranê destê evînê

 

Ên bûn dilketê çavên reş

Wê av vexwe ji dêmên geş

Mor simbil û bêhna binevş

Dil wêranê destê evînê

 

Hişrevînê gewra bedew

Mehrûm dike çavan ji xew

Pirr çetine derdan bi kew

Dil wêranê destê evînê

 

 

 

 

Evîn deryakî bêbinî

Dil revînê wî bê gemî

Wê tê biçe biser û binî

Dil wêranê destê evînê

 

Ka dildarê miradê xwe

Ka evîndarê yara xwe

Ew hemî çûn bi kula xwe

Dil wêranê destê evînê

 

Dem ku ç`ev hev dibînine

Leş mişte ji germ û tîne

qeþa û pûsê dihelîne

Dil wêranê destê evînê

 

Ên dilparê çavên bikil

Malwêranê destê aqil

Wê binale hercar ji dil

Dil wêranê destê evînê

 

 

 

 

Bi her yarê nebe bawer!

Hela yara bê esl û ber

Hinav li te dike duker

Dil wêranê destê evînê

 

Ji yarê re nebe pire

Ewî barî hilnegire

Siwar dibe dibê kere

Dil wêranê destê evînê

 

Dil carnan pê bextîyar e

Wekî siltan sahê mar e

Tembûrvanê birca yar e

Dil wêranê destê evînê

 

Koşk û sera da rûniştin

Dest û beden bihev þûştin

Pirî mijyan xwe pê kuştin

Dil wêranê destê evînê

 

2001 05 03

 

Kulîlkên biharê


 

Havîn payîz zivistan

Em dê biçin dibistan

dibistana Kurdîye

mamostê wî cindîye

 

Şal û şapik lewendî

ka em pirski çi xwendî?

Mamoste hat efendî

Got min xwendî bi Kurdî

 

Em kulîlkên vî gundî

Dê bi xwînin bi kurdî

Bi kurdî bi kurdî

Bi kurdî….!

 

 

 

Zarok gulên bihara

Hêşîndibin li herdera

Emanetên dê û bava

Perwerdekin wek sêra

 

şêrîn xweşe zimanê me

Îsbat dike hebûna me

Bi xwînin bibînin

Bi nivîsin bistînin

 

Dermanê van kurdîye

Kurdîye.....!

Dilbirîn 2001

 

JiR U HAR   2006  Kilasîkên kurdî

puk.org

puk media

pdk-xoybu

kdp.pp

pdk iran org

kdps org

kdp lebanon

kurdistan media

kdp6

gulistan.info

xebat

dimoqrati.org

Kurdistan welatê Kurdayê

Kurdistan Amed Hewler Qamishlo Mahabad
kurdflag01.gif

Naw:
Email
Binwsine
  

Lycos MP3 Search

Artist or Song Name: