hAFERÎN
BO TE
ÎŞweyek da me seher wê periya horî siriŞt Şefeqê berq û cemalê dil û can suht û periŞt
(beriŞt)
Me nizanî ku melek yane beŞer yane çi bû (ya perî bû) Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê
vedimiŞt
Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Xeyberî hatine min xal û xet çember û qiŞt
Ilmê
esma me jiber kir di debistanê sifat Talibê Zatê me, lew min Şemirand baxê BihiŞt
Ademê kamil ezim,
bûyî me mescûdê melek Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xiŞt
Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev Şîwe ji bo kes te nehiŞt
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
AXÎRET
FIROŞÎN
Da zenn ne birîn ku em xemûŞîn Em beste dehan û dil xurûŞîn
Genca me di dil, guher
tijîne Her çendî îyan xezef firoŞîn
Şahîn û bi xef, bi libsî dîba Zahir ji xwe em pelasî poŞîn
Mucmer sifete me cism û can, ûd Dil ateŞe,daîma bi coŞîn
Meyxane bihiste, Hûre Saqî Kewser
Mey e,lew Me bade noŞîn
Bê hûdene lafê lew ku Xanî Dunya kirr û axîret firoŞî (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin:
Abdurrahman Durre)
BAXÊ
SORGULAN
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf
Sewta
hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan TeŞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def
Manendê mest
û serxweŞan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreŞan, cerg û dilê min kir hedef
Peygan di cergê,
dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef
Hêja li min bû kerb û kîn, zahir
xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef
Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min
kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiŞt û lef
Xemrîy û qiŞt û zulf û xal, hemyan li ser
ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef
Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeŞ hindek
fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )
Diger hebûn de´wa û Şerr, derbû li
min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef
Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef
Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah
„ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef ) (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin:
Abdurrahman Durre)
DILA
Dila!
Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî
Eger
sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi
yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Şahî û te’lî
Eger çist e eger
Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Birîna aŞiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî
Ji ser tîra mucewher bû, çi awir
bû, çi xencer bû Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî
Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin Şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî Şalî
Bi zahir Şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek Şîba, me havêtin, cîger nalî
Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Gello
kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî
Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Ji xilxalan dibit
ebter, Mela meqsûde xilxalî
Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil
kir bi ebdalî
Me hasil kir bi xêzanî, bi muŞtaqî, bi heyranî Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî
Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê Şa kir Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî
Neqîyyul-xed
tilaya nin, berat û emr û ferman in Bi tuxra û bi nîŞan in, di dest uŞŞaqê delalî (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin:
Abdurrahman Durre)
DILÊ
ŞEYDA
Disan dilê Şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Şehbazî
kir
Meyla wî mehza hîkmet e, Şeyda wî enqa Şîret e Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir
Enqa
bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir
Şeyyadiya min
bû ebes, daîm li min teng bû qefes Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir
Saz û semaya suhbetê, govend
û çerxa de’wetê Fikrîme Şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir
Şeklê mecazî çendek e, Şeyda
heqîqî werdek e Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir
Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn
bitin Şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir
Şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi
kil Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir
(Ehmedê
Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
ENQAYÊ
BEQA Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir
Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê
felekden Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir
Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem BaŞimda bela
berg û meŞeqqet semerimdir
Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir.
Ben aŞiqê dîdarê ne hacet xemê diwar Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir
Perwane ê perr
soxîte ê Şem’ê qedîmim Nîranê cehennem Şererê bal û perrimdir
Alam û cefasîle xweŞim ben
rehê îŞkin Xanî! Bana bu yolde, qedem çeŞmê serimdir (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
ERŞÊ
MUELLA
Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella
Insan, Te ji bo alemê
Kubra kire nusxe Lew mudxeyekî jê Tu dikî ErŞê muella
Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir Her
so bi sifatan diketin keŞfê tecella
Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq Kafîr, ji senem bûne bi navê Te
tesella
Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî Ez xeyrê berî Şud, be Ti awerdî tewella
(Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre
ERŞÊ
MUELLA
Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella
Insan, Te ji bo alemê
Kubra kire nusxe Lew mudxeyekî jê Tu dikî ErŞê muella
Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir Her
so bi sifatan diketin keŞfê tecella
Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq Kafîr, ji senem bûne bi navê Te
tesella
Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî Ez xeyrê berî Şud, be Ti awerdî tewella
(Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre
EY DIL
Ey
dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf
Xunçeyê tengî
hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf
MeŞqê diket wek kutuban
Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf
AŞiqê bê ceger meger sebrê ji can
û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf
Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî AŞiqê
îŞqîbazekî, bendî diket belayê zulf
Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û Şîr û misrîyan,
ceng e li ber liwayê zulf
Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran SerxoŞ û dîn û ebteran, reqse
digel semayê zulf
Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan SerxoŞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê
zulf
Şêx û mirîd û salikan, Şah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf
Ef’a
û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf
Bê meyy û bê dewayekî, bê
deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf
Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf )
(Ehmedê Xanî)
(Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
EY DILA
SAQÎYÊ MEHWEŞ
Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr Perdeyê xefletê
xewxayê cîhanê bidirîn Ji meqamî kî behîŞtî ji sedayê Tenibûr
Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Vexwenit,
Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr Perdeyê zulmetê eŞxalê cihanê bi dirrîn Ji netergahê cemalê Tu
hîcabê bike dûr
Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr Gunehan
ger nebûwa lezzet û zewqek haŞa! Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.
Mey û me’Şûq û
hewesbazîyê dunyayê zuhûr Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan Semerî
xweŞtir ewin, bûn bi heramî meŞihûr
Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Meh û salan digirit herwe
ji (umrê) emrê me qusûr Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr
Şêxê
cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Li miradê dilê murde dibîtin keŞfê qubûr Ya’nî ew xane ê gil nabite
qabil qet’a Ne bi çeŞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr
ÎŞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Şem’ê
can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr Şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête
zuhûr
Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin Bike qelbê me tu saqî ji Şeraba xwe tehûr Da bikem keŞfê
meqamatê ulûwwê derecat Ya bikem keŞfê keramatê ji dara mensûr
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
EY DIRÎXA!
Ey
dirîxa! Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê
PaŞî lêvên
wê venaxum mutleq ava Kewserê Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê
Ger bizanim ez di hesrê da nebînim
dîlberê Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê
Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek Ah û
efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek
Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek Mam di qeyda dax û derdan
pasî wî zulfên xelek
Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê
bûme nar
Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar
Ger
di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl
Xidr û Îlyas hem bibîtin
her ji boy min re delîl Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl
Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan
kirim Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim
Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim
Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê Wan du mîsraan kîtabet
kin li belgê kaxetê
Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê
Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab! Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!
Ew qedaya barîye,
razî bibe ey mal xirab! Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
EY WAHIDÊ
PÎNHAN
Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda, Ev kewn û mekan, erd û sema kûnbedê xedra.
Erwah û ûkûl,
Enfûs û E’raz û Cewahîr Halîn û musewwer, ne Mehell û ne Heyûla
Lewh û Qelem û Kursî û ErŞ, Encum û
Eflak Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê esya
Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir Her lehze ji Sehra yê edem
tên bi temenna
Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê bedel îfna
Her yek
bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin Bil cumle xirîdarê cemala Te ne heqqa
Lew suphet ê pîra bi hewes talibê Yûsif
Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di desta
Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit Subhaneke len tu’yîse
mîn rewhîke eb‘da (Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
HERO
SEDCAR
Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê Di
nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê
Wekî ew têne ser balan
bibînin nuqte û xalan Bi nefŞ û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan
da ser Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê
Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê Wekî
selwê li cobarê, vemesya hate eywanê VemeŞya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî Ruhê Şirîn dikim gorî,
ji bo xalê û nîŞanê Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na JI Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
HER
DINALIM
Her di nalim Şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez
Bigirin
dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez
Hindekî xem hene daîm li
min ew vêk dikevin Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez
Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar Weh
tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez
Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal PadîŞahê
xem û derdan, wehe ez merxûbim ez
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
HILO
Dilo,
rabe xwe kêf xweş ke, biçîn seyra gulistanê Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê
Gulîstan
wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê
Di fesla çardeyê nîsan,
me dî bû dîlberek dîsan Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê
Me can da dîlberek sade, letîf
û sox û begzade Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê
Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek
da min Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê
Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit Divê
her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê
Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê
kafir bit, bi sojit suhfê quranê
Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe Dema dil dim bi metlûbe didem ez
dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê
Binê,
sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane
Dilê wî kor û e´ma
ye, ji weslê dûrîda maye Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê
Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di
nêv âmê Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê
Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan Dil
û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê
Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn Dilê sed pare ker-ker
çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
MEDHÎYE
Û MERSÎYE PESINNAME Û ŞÎNNAME)
(Der bareyê Muhammed begê BAZÎDê da)
Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîŞahê
Serhedan? Îro ji dil bigrîn dilo! ka PadîŞahê Serhedan?
Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêŞetê Kanê
xwedanê xîretê,ka PadîŞahê Serhedan?
Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav Bala bilindê perr belav,ka
PadîŞahê Serhedan?
Kî, dî we reng zatek Şerîf,erkan û ezmanek letîf Alem didest wî bû zeîf, ka PadîŞahê
Serhedan?
Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîŞahê Serhedan?
Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiŞahê Serhedan?
Kanê
ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîŞahê Serhedan?
Kanê emîrê namîdar,serhed
niŞînê xundekar Pasan ji bo pêŞkês hinar,ka PadîŞahê serhedan?
Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et
cunûn Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîŞahê Serhedan?
Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin
Kom û heŞem ber Ba kirin,ka PadiŞahê Serhedan?
Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê
leng De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîŞahê Serhedan?
Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt-
Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîŞahê
Serhedan?
Wextê bi ser hespê diket, ŞeŞ caniban rev pê di ket Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîŞahê
Serhedan?
Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîŞe bû Nazik tebîet ŞîŞe bû,ka PadîŞahê Serhadan?
Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roŞen zemîr Hetta xweŞîn nakin ji bîr, ka PadîŞahê Serhedan?
Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn Man Şubhê firdewsê berîn,ka PadîŞahê Serhedan?
FerŞên
di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîŞahê Serhedan?
Ev xalîyên ermûŞê
qezz,wernagirin kes Şubhê xezz Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîŞahê Serhedan?
Rez bû mîsala cennetê,eywan
ji sun’a qudretê Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîŞahê Serhedan?
Elmas û le’l û gewheran,Tomar
û tac û bin perran Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîŞahê Serhedan?
Ew ŞehniŞîn û hewz û av,nêçîrgehê
pirr seyd û rav Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîŞahê Serhedan?
ŞahînŞehê gerden firaz,aza kirin
Teyhûn û qaz Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîŞahê Serhedan?
Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Şikar
Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîŞahê serhedan?
Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek Çavet spî
bin ey Felek! Ka PadîŞahê Serhedan?
Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan Wan cumle nîŞan heyderan,ka
PadîŞahê Serhedan?
Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin-
Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîŞahê
Serhedan?
Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîŞahê Serhedan?
Dunya
di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîŞahê Serhedan?
Yareb hebit ocax
qedîm,emmên di wî, xweŞ bin emîm Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîŞahê Serhedan?
Durdanyê gewher sedef,ew
ma ji wî neslê xelef Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan?
Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde
dil kulîn Îro ji mîrê sailîn, ka PadîŞahê Serhedan?
Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval Ka
tac û text û mulk û mal, ka PadîŞahê Serhedan
Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan Zozanê Qardox
û Medan,ka PadîŞahê Serhedan?
Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîŞahê
Serhedan?
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
ME DÎ
NEQSEK
Me dî neqsek ji neqsê NeqŞebendan Vebû qeydê di min yek yek ji zendan
KuŞada dil ji bo
min ra muyesser Ne bû bê suhbeta sûret lewendan
Li min kurt bû rîya Ke’ba wisalê Bi nûra tel’eta
bala bulendan
Rezîl û ser xwesim wellahî waiz Li min zayî‘ meke wan we’z û pendan
Mesed hêvî
heye dîsa ji seyyad Me aza ke ji qeydê qeyd û bendan
Ji ahoyan, me hoyan xwestin emma Dilê min ma di gel miŞkîn
kemendan
Dilê Xanî eger çi genc û xane Belê qet kes ne got Xanî bi çendane
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin:
Abdurrahman Durre)
MEM
Û ZÎN (DESTPÊK)
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iŞq Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq
Bê
neqŞê te, neqŞê xame xam e Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê
mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban
tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î 'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd
û mustefad î BêŞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê 'aŞiqê
zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê
'alem Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi
te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem Mewcûd kirin, xered çi
adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem
emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr
û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me
gotî, neqŞihûr e Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqŞê xame kubra
Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem
nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem Evçende
melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a
û metlûb Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle
ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq Tertîb kirin
ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û Şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê Şakir
* *
* * * Ey Şukrê te cewhera zebanî Wey zikrê te seyqela cenanî Ey wahidê bêŞerîkê yekta Wey wacidê
bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan Wey xaliqê
cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Şubhaneke kulle ma
xeleqte Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev
neh sedefê di pirmirarî Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di miŞalê durrê xeltan HerŞeŞ cihet
û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ
Heywan û nebat û me'den û ferŞ
Zahir kirin ev qeder sena'i' Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek
ji 'edem kirin te peyda Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek Bê nûr-i
te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye
zîneta hebîban ReŞka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit Derdê te ye dil ji ber
diêŞit
Şîrîn te kire Şekir li Perwîz Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li
Qeysî Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Şêxê
weko pênce hec bijarî Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir Ew jî te li mihrê muŞterî kir
Balayê bilind te daye ser wan Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda Bilbil te
kirin hezar seyda
XweŞrengî te da giyayê sorgul XweŞdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê
Şemalan Perwane kirin bi Şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ Meczûb te pê kirin musewweŞ
Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil Heryek
te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêŞ-i
tûtiyan girt Davik te li pêŞ-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
NeqŞê te dibînin ew di avê Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî Wî dane û dam
û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil
tu Şa yî Emma tu tudillu men teŞa'î
Herçî te divê bibî delalê Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî
ko tu bînî ser hîdayet Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan Aya bi çi te hebande
ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet Hindî te hebû
digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd Gêra
te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêŞê exyar Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji
hikmeta te agah Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di Şahibê idrak Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit Ya rahiberê
wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî Xanî bi xwe ra tu asina kî * * * * * Saqî tu ji bo Xwidê kerem
ke Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke Da cam bi mey cihannuma bit Herçî me irade ye xuya bit
Da
keŞf bibit li ber me ehwal Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê Aya bûye
qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê
lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hiŞyar
Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padiŞahek
Şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema
me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi Şikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend
ko xalis û temîz in Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padiŞahek La‘iq bidiya
Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû
li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Mexlûb û muti‘ê
tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi
‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran
Herçî bire Şîrî destê himmet Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê Şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan Tesxîr
dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret Tesxîr kirin biladê himmet
Her
mîrekê wan bi bezlê Hatem Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Kirmancî
ye bûye Şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan
qebîlê kirmanc Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in Her ta’ife seddek in Şedîd
in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Wan jêk
ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi Şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev
xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in Da‘im
bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem
temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz
dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwidankemalat * * * * *
Xanî ji kemalê bêkemalî Meydana kemalê dîte
xalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî
Hasil ji ‘inad eger
ji bêdad Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî Şemirand vexwar-i durdî Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê Kêsaye cefa
ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb
in Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc ‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil
û nezan in Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm
û hiner û kemal û iz‘an Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl Ev
neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn ‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve
rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek BifroŞî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî Ranagiritin
kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me
nekir qebûl-i hîle Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam
in Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê
me yê sor e, aŞikar e Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye Bê Şikkeyê Şahê
sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e Lew
bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan Bê derb-i qebûl-i padiŞahan
Me‘lûl e li ba gelek
‘elîman Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mesmû‘ nekir bi sem‘i
idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî Polê di dexel
dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî
nezer bida me carek Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar Ev pol hemî dibûne dînar
Emma
nezera wî zêde ‘am e Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî Ya Reb, tu bidî
wî her dewamî
(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)
MIRÊ
MECLIS
Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê goya çi bi ket Xunçe xendan nebitin,Bulbulê Şeyda çi bi ket
Neynika
husnê butan, lazime sahib nezerek Kesê bîna ku nebit, dîlberê zîba çi biket
Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê
Şecî‘ Tîxê ahen çîte, bê destê tewana çi biket
Talibê îlm û kemalê nebitin qabilê feyz Hîkmeta
terbiyeya alimê dana çi biket
Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê îrfanê we lê Metnixwanek ku nebit, sahibê
me’na çi biket
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
NEQQAŞÊ
EZEL
NeqqaŞê ezel roja serlewheyê rengîn da Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da Tezhîbê zerefŞan
kir serlewhê kitaba îŞq Resma ezelî kêŞa, neqŞê xwe newalîn da (nû anîn da)
Dîbace ku înŞa
kir, fihrîste ku îmla kir Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da Etfalê melek hatin, westane debistanê „La
îlme lena´´gotin, ´´Ebced´´bi xwe telqîn da
Wan sade ruxan mesqê îŞqê ku temenna kir Xettatê ji husnîl-xet
sermeŞqekî zêrrîn da Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban Îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da
Ez
çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da Wan cumle „Enel-heqq“ got,
min „Wahidê mutleq“ got Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da
Herçî ku me ber pê kir, hindî me
nezer lê kir Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da (lewra me dil û dîn da) Min dî heme yek pertew sarî
di mezahir da Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da
Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da Mecnûnê di
Leylayê, Ferhadê di Şirîn da Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da
Cana
ji cemala Te ez dê çi bibim sabir Şeyxan û Ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da Me’zûr e eger sofî bit munkirê
mehbûban Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da
Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez Bê sahid
û mey nabim, Şêxê me ew ayîn da Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn
da
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
SAZÊ
XWES AWAZ
Seydê pencahê serê zulfa Şeha Şehbazim Ez Mestê cama îŞweya Şehnazê nazik nazim
Ez
Remz û î’cazê di xûban bê îbaret medh dikem MurŞidê kamil Ez im Îrohe, sahib raz im ez
Vê
heyata heyretê çi bikem beqa nîne ji bo Lew Şehîdê xemzeya wê dîlberâ tennaz im ez
Derdimendek min divêtin,
hem nefes bit Xanî ya! Ger me hemdestek hebitin, sazê xweŞawaz im ez
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman
Durre)
SERWA
ME
Serwa me bi sed reng û hezar îŞwe û meŞ hat AŞiq kirin Îhya li reqîban ku nexweŞ hat
Sunbul
kemilandin, Gul û lale xemilandin Reyhan Şetilandin, li gulan taze binefŞ hat
Ten derve nebû qet, nedida
bextê kuŞadek Rû da me Şukur! Ke’be yê tali‘ me du ŞeŞ hat
Pê dane firengî i nîlo,
hatine romî (Peydane) Şukrane, nihane ji ereb hem ji hebeŞ hat
ReŞtozê xwe Nûbar e meger koŞe
dixwazin Tîra koŞeyî da te, hedef girt û bi keŞ hat
Yan hat bi nava dilê ket, qet nediwesta Lewra
ku ji ber qewsê me dî zêde bi weŞ hat
Xanî! Bese bê arî, çi ra zêdeyê salan Îsal e ji xwe tali‘ û bextê
nebireŞ hat
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
Subhekî
zu hinarek
Ez çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer Qamet bi mesel subhê çinarê bû du keysû, manendê
du Ejder
Çînçîn dixuŞîn zulfê li ser gulŞenê ruxsar, reh Şubhetê Şehmar Kher - kher dimeŞîn
biskê li ser qewsê du ebrû, manendê du Şehperr
Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused
naz Halê me tefehhus khet û bêjit ku esîro! Ez bo te me xemxwer
Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey
serwîqeda min! Go ma tu nizanî çiye min da te feqîro! E‘teytûke kewser
Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût,
nêzîkê bi lahût Min seyrê kirin Sidre û Tûba qedê dil co, nînin çu beraber
Hindî melek û horî, perî bêne temasa,
haŞa we ku haŞa! Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê ebrû, ey dil me ke bawer!
Barî ji derê meykedeyê min
me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar! Saqî ku Tû yî „eŞhedû bîllahî“di îro, „Xanî“ bûye meyxwer
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
ŞEHIDÊ
KERBELA
Leyse fî qelbî sîwake ya hebîbî kulle hal Her demem xem,hem demem Şud der firaqet mah û sal
Ger
benim kanim dilersen,çoktan olmuŞtur helal Mest û ser xwoŞem ji îŞqê, min nema eql û kemal
Ente
fikrî fî, fuadî, Ente rûhî fîl cesed LeŞkerê xemhayê To,mulkê dilem wêranî kerd
Dade geldim aŞk elinden
isterim senden meded Wan Tetaran kirne talan can û dîn û mulk û mal
Tale xemmî, zade hemmî, Şa’e sirrî
fîl mela TeŞneyê cama wîsalim çûn Şehîdê Kerbela
Yoksa sen dîvane oldun, nêce halin? Ey dila! Yan
ji nû ve îŞveyek da min hebîna çav xezal
Bittû mehcûren hebîbî! Leste mînnî alîmen Murdem ez derdê fîraqet,
xafilî Ez halê men
Can û dilden erzi kildim halimi canane ben Erzî hala min Tu xafil, qet ne pîrsî erzî hal
Hel
lena mîn nî’metîl weslî hebîbî mîn nesîb Ûfîtadem ber deret bê çare, sergerde,xerîb
Derdê men çok olduxunden
ona yoktur hîcç tebîb Ey tebîbê min dewayê derdê ‘Xanî‘ her wisal
(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman
Durre)
Kerbela
Leyse
fî qelbî sîwake ya hebîbî kulle hal Her demem xem,hem demem Şud der firaqet mah û sal
Ger benim kanim dilersen,çoktan
olmuŞtur helal Mest û ser xwoŞem ji îŞqê, min nema eql û kemal
Ente fikrî fî, fuadî, Ente rûhî
fîl cesed LeŞkerê xemhayê To,mulkê dilem wêranî kerd
Dade geldim aŞk elinden isterim senden meded Wan
Tetaran kirne talan can û dîn û mulk û mal
Tale xemmî, zade hemmî, Şa’e sirrî fîl mela TeŞneyê
cama wîsalim çûn Şehîdê Kerbela
Yoksa sen dîvane oldun, nêce halin? Ey dila! Yan ji nû ve îŞveyek da
min hebîna çav xezal
Bittû mehcûren hebîbî! Leste mînnî alîmen Murdem ez derdê fîraqet, xafilî Ez halê men
Can
û dilden erzi kildim halimi canane ben Erzî hala min Tu xafil, qet ne pîrsî erzî hal
Hel lena mîn nî’metîl
weslî hebîbî mîn nesîb Ûfîtadem ber deret bê çare, sergerde,xerîb
Derdê men çok olduxunden ona yoktur hîcç tebîb
Ey tebîbê min dewayê derdê ‘Xanî‘ her wisal
Ehmedê Xanî
Textê
dîlberî
Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e? Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber
e?
Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
Kakul
ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng
feleq, horî teteq dagirt Şefeq Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso
ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e
Ebrû ne
yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e
Çav in gello?
Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar
e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere
Ew rûn
e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e
Dêm, ŞûŞe
nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e
Lêv in
gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye
ser sûretê Qur’an’î ye Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful
in, ew arid in yan sorgul in Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
Ew gerdena Şubhê Şemal,
ser çesmeya ava zelal Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be
ya Îsa ye ev Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane
ye Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye Derdê
wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
Ehmedê Xanî
|